• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

    Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

    Pîrozbahiya Newroza li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê bi dawî bû

    Pîrozbahiya Newroza li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê bi dawî bû

    ‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

    ‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

    Li Qetarê helîkopter ket: 3 jê Tirk 7 kes mirin

    Li Qetarê helîkopter ket: 3 jê Tirk 7 kes mirin

    Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    Li Newroza Osmaniyeyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan

    Li Newroza Osmaniyeyê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tuncer Bakirhan: Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye

Wan / AW

22 ADAR 2026 - 14:56
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Newroza Wanê axivî û wiha got: “Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Demokrasî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî ye. Bila dilê her kesî rehet be. Ev pêvajo ne pêvajoyeke ku Tirkiyeyê perçe dike ye; berevajî wê, dê bibe pêvajoyeke ku Tirkiyeyê dike yek, dike bira û wekhev dike.”

Newroza Wanê bi şiara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û bi beşdariya deh hezaran kesan tê pîrozkirin. Piştî axaftina Veysî Aktaş, aktîvîsta TJAyê Derya Aslan gel silav kir û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Derya Aslanê bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev rê, rêya azadiyê ye. Gelê Kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî li her çar parçeyên Kurdistanê bû yek. Têkoşîna neteweyî ji bo me tiştekî wisa ye ku divê em xwedî lê derkevin. Pêdivî ye em 24 saetan bê xew têbiköşin. Rêberiya me perspektîfa azadiya jinê ava kir. Bêyî azadiya jinê, azadiya civakî nabe. Şiarê ‘Jin, jiyan, azadî’ şiara me ya bingehîn a azadiyê ye.”

‘Newroza 2026an Newroza derbasbûna ji serhildanê ber bi avakirinê ye’

Piştî vêxistina agirê Newrozê, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan berê xwe da girseyê û got: “Newroza sala 2026an Newrozeke cuda ye. Ev Newroz, Newroza derbasbûna ji serhildanê (isyandan) ber bi avakirinê (inşaya) ve ye. Ev Newroz, Newrozeke avaker e. Newroza serdemeke nû ye. Em dibêjin serdemeke nû, lê wekî ku hêzên ewlehiyê yên li Wanê ji vê serdema nû ne agahdar in. Ew di serdema kevin de mane. Ew neguherîne. Ew hîn jî difikirin ku bi zextên li ser gelê Wanê dikarin rê li pîrozkirina Newrozê bigirin. Ez li vir kesên ku îro li nuqteyên lêgerînê eziyetê li gelê me dikin şermezar dikim. Em dibêjin ku me serdemeke nû da destpêkirin. Em hewl didin jiyaneke ku tê de şer û tundî nîn be û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe ava bikin. Hêvî dikim ku bayê aştiyê yê li Enqereyê diêşe, li Wanê jî bixe.”

‘Helwesta me ya li dijî şerê li Îranê zelal e’

Bakirhan bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û got: “Hema bêje li ser hemû paytextên Rojhilata Navîn bombeyan dibarin. Sedema vê yekê tenê yek e: Li tu welatê ku demokrasî û azadî lê nîn be, aramî jî nîn e. Binêrin, li tenişta me Îran heye. Îranê bi salan zulma rejîma Şah dît; 40-50 sal in jî zulma rejîma molla dibîne. Ji ber ku li Îranê demokrasî nîn e û mafên demokratîk ên Kurd, Belûç, Azerî, jin û mirovên cuda nayên dîtin, Îran rûbirûyê hilweşînê ye. Helwesta me ya derbarê şerê li Îranê de zelal e: Em ne piştgiriyê didin mudaxaleya emperyalîst, ne jî piştgiriyê didin rejîma molla ya zordar ku sêpêyên darvekirinê datîne. Em piştgiriyê didin têkoşîna bi rûmet a Kurdan, a jinên ku dibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’ û a ciwanan. Çareserî li Îranê naskirina mafên rêvebirinê û nasnameyên gelan e.”

‘Kurd dixwazin statuya birêz Ocalan zelal bibe’

Bakirhan derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Me hemûyan bangawaziya birêz Ocalan a 27ê Sibatê dît. Di eslê xwe de Birêz Ocalan ev mudaxaleyên emperyal dît û pêvajoyeke wiha da destpêkirin. Armanca wî ew bû ku ne Îran û ne jî welatên herêmê rûbirûyê mudaxaleyên emperyal nebin. 27’ê Sibatê ronahiyek bû ji bo tarîtiya Rojhilata Navîn. Hîn jî ji me dipirsin ‘Kurd çi dixwazin?’. Kurd naskirina nasnameya xwe dixwazin. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin. Kurd demokrasiya herêmî dixwazin. Wanî dixwazin qeyûm herin û Şaredar Neslîhan û Şaredar Abdullah şaredariyê bi rêve bibin. Kurd dixwazin statuya birêz Ocalan zelal bibe; ne statuyeke de-facto statuyeke fermî dixwazin.”

‘Demokrasî ji bo her kesî ye’

Bakirhan axaftina xwe bi banga yekitiyê bi dawî kir: “Ev pêvajo ji bo 86 milyonî ye. Ev pêvajo Tirkiyeyê perçe nake, berevajî wê dike yek û bira. Ez bang li Kurdan dikim: Em yek in. Kobanê ji bo me çi be, Wan ew e. Urmiye ji bo Kurdan çi be, Silêmanî û Hewlêr ew e. Divê Kurd di vê serdema ku qedera gelan tê diyarkirin de, yekitiya xwe ya neteweyî û demokratîk ava bikin. Dibe ku cudahiyên me hebin, lê di vê pêvajoyê de divê tu partî û saziyeke Kurd ji yekitiyê nereve.”

Piştî axaftina Bakirhan, koma Agirê Jiyan derket ser dikê û stranên xwe ji bo welatiyan got.

Etîket: Abdullah OcalanHevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer BakirhanNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkNewroza Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

Newroza Stenbolê bi stranên Koma Amed bi dawî bû

22 ADAR 2026
Pîrozbahiya Newroza li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê bi dawî bû

Pîrozbahiya Newroza li Sêrt, Çewlig û Xarpêtê bi dawî bû

22 ADAR 2026
‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

‘Em ê bi yekîtiya Kurdan jiyaneke nû ava bikin’

22 ADAR 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk were

22 ADAR 2026
Pervîn Bûldan: Dema mijûlbûnê nîn e gavên pratîk biavêjin

Pervîn Bûldan: Dema mijûlbûnê nîn e gavên pratîk biavêjin

22 ADAR 2026
Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

Veysî Aktaş: Rojeva sereke ya civînên me serkeftin û serhildana Wanê bû

22 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Amedê wêneyên biryardariya azadî û yekîtiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Em dikarin Rojhilata Navîn veguherînin bexçeyê azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîmenên rengîn û ruhê Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pîrozbahiya li çiyayên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newrozên Dîlok, Mêrsîn û Edeneyê bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dawî bû TÊ NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Newroza Amedê bi slogana ‘Yek e Kurdistan yek e’ bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Newroza Stenbolê wêneyên bi heybet: Erd û esman bû Newroz

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê bi hezaran kes tê qada Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Seferîhîsarê agirê Newrozê hat geşkirin: Peyama Birêz Ocalan rêya jiyana hevpar nîşan dide

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (889)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne