• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Uysal: Sûcê şer hate kirin, saziyên navdewletî jî temaşe kirin

Mahmût Altintaş / AW

15 ÇILE 2026 - 09:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan anî ziman ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê peymanên hiqûqê yên navdewletî hatine binpêkirin û li dijî hiqûq û peymanan sûcê şer hate kirin û got ku divê saziyên navdewletî ji sûcdaran hesab bixwazin.

Çeteyên HTŞê û SMOyê di êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de jin, zarok û welatiyên sivîl kuştin û sûcê şer pêk anîn. Ji ber êrişên bê ser û ber û hovane bi sedan welatî jî birîndar bûn. Her wiha gelek welatî jî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Tê gotin 120 hezar welatî ji taxan koçber bûne. Malên welatiyên li taxê jî di encama êrişan de hilweşiyan û gelek welatî di bin kavilan de man.

Tê gotin gelek welatî winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn. Rêxistinên mafên mirovan ên Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser ji bo ev kirinên sûcê şer û binpêkirina mafên mirovan pêk anîne, bên darizandin bang li saziyên navdewletî yên hiqûqî dikin. Lê tevî dimenên derketin holê jî saziyên mafên mirovan û hiqûqê yên navdewletî heta niha bêdengin û lêpirsînek nedane destpêkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî sûcê şer ku hate kirin û bêdengiya saziyên navdewletî ji Ajansa Welat re axivî.

‘Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirinên dijmirovî pêk hatin’

Newroz Uysal Aslan diyar kir ku di êrişan de gelek kirinên sûcê şer ango sûcê li dijî mirovahiyê pêk hatine û wiha got: “Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di bin dorpêçe de bûn ji serê salê vir ve di bin êrişan de bûn. Di êrişan de çekên giran hatin bikaranîn. Li gorî hiqûqa navneteweyî hezên asayişê û welatiyên sivîl di şer de nayên hedefgirtin. Cih û mekanên îbadetê, nexweşxane û qadên jiyanî ku hewcedariyên gel dabîn dikin hedef hatin girtin. Li gorî peymanên navneteweyî jî ev sûcê şer e û di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di nav êrişkaran de jî ne tenê hêzên ku weke hêza hikûmeta Şamê tên binavkirin di heman demê de komên çete ku li dijî civakê êriş pêk anîbûn jî cih girtin. Welatî rasterast hedef hatin girtin û sûcek mirovî pêk hat. Êrişên li dijî niştecihan ango taxan sûcek mezin e. Xwestin Kurdan koçber bikin û li şûna wan kesên din bînin bi cih bikin. Li gorî peymanên hiqûqî yên navdewletî jî ev hedef girtina nufûse li dijî netew an jî baweriyan e û sûcê li dijî mirovan e.”

‘Her kes li ber sûcê şer bêdeng ma’

Newroz Uysal Aslan bal kişand ser bêdengiya saziyên hiqûqê yên navdewletî û wiha axivî: “Li dijî welatiyan bi eşkereyî sûcê şer hate kirin. Ya herî zêde bala mirovan kişand û hat parvekirin jî, cenazeyê jineke şervan ku ji avahiyê hat avêtin bû. Li dijî cenazeyê wê bê hurmetî hate kirin. Di nava hefteyekê de kirinên li her du taxan hemû sûcê şer bû. Pirsnîşan ev e; gelo wê kê li hesabê van sûcan bipirse? Ev sûc hemû diyar in. Hatine belgekirin û dîmenê wan jî li her derê hat parvekirin. Lê tevî ve yekê jî careke din saziyên hiqûqê yên navdewletî bêdeng man. Demekê dirêj e krîza hiqûqa navdewletî heye. Lê kesên ku li wir ev êriş kirin û piştgirî dan û bêdengman jî dê werin belgekirin û rojeke li hesabê wê jî bê pirsîn.”

‘Hem tu bêjî pêvajo hem jî êriş bikî, ev yek nabe’

Newroz Uysal Aslan destnîşan kir ku gefên Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didome dixitimîne û ev yek anî ziman: “Heke hûn li axeke bêjin em û Kurd birayê hev in û pêvajoyeke dest pê bike û ji aliyê din ve îradeya gelê Kurd tune bihesibînî û rasterast êriş bikî, wê demê nêzikatiya te ya li vê pêvajoyê dê bê pirsîn. Di nav gel de bê baweriyê jî ava dike. Hem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hem jî Tevgera Azadî bi gavên erênî pêvajo pêşve birin lê dewleta Tirkiyeyê jî gav neavêt. Dewleta Tirkiye ji aliyekî ve pêvajoyê bi rê ve dibe û ji aliyê din ve jî dijminatiya Kurdan dike. Ev yek jî nakokî ye. Ev ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û ne jî li gorî bendewariyên gelê Kurd e. Gelê Kurd li qadan bertek nîşanî vê yekê dide. Yên pêvajoyê sabote dike ne em in, sekna dewletê ye. Heke pêvajoyek hebe divê hemû kes li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere.”

 

 

Etîket: çeteyên HTŞê û SMOyêEşrefiyeHelebNewroz Uysal AslanŞêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

Li Şêxmeqsûd Kurdek 70 salî hate qetilkirin

12 SIBAT 2026
Li Şêxmeqsûd bi gefa çekê maleke Kurd hat talankirin

Li Şêxmeqsûd bi gefa çekê maleke Kurd hat talankirin

8 SIBAT 2026
Qurbaniyên jêrzemînên Cizîrê hatin bibîranîn

Qurbaniyên jêrzemînên Cizîrê hatin bibîranîn

7 SIBAT 2026
Heyva Sor a Kurd: Rewşa mirovî li Kobanê girantir dibe

Dorpêça li Kobanê didome: Şam 5 roj in peymanê binpê dike

7 SIBAT 2026
Li Helebê dorpêça li ser Kobanê hat nîqaşkirin

Li Helebê dorpêça li ser Kobanê hat nîqaşkirin

5 SIBAT 2026
Êrişên çeteyan didomin: Zarokek û 3 kes birîndar bûn

Êrişên çeteyan didomin: Zarokek û 3 kes birîndar bûn

26 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (81)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne