Bi pêşengiya Vate Diyarbekirê dê li Amedê atolyeya zaravayê Kirmanckî dest pê bike.
Vate Diyarbekir li ser medyaya dîjîtal ragihand ku ku dê atolyeya dersên zaravayê Kirmanckî bide destpêkirin. Li gorê parvekirina Vate Diyarbekirê ev atolye dê rû bi rû bibe û dê tenê li Amedê bê kirin. Di vê atolyeyê de dê dersên wekî “rastnivîs, sentaks, folklor û wergerê” bên dayîn. Ev ders dê li ofîsa Weqfa Mezopotamyayê bên dayîn.
Di atolyeyê de dê nivîskar û weşanger Denîz Gunduz, lêkolîner û mamoste Ugur Sermiyan, mamoste û lêkolîner Mehmet Olmez û mamoste Rohelat Aktulum ders bidin.
Li gorê agahîyên ku Vate Diyarbekirê parve kirin, qeyd dê heta çend rojan, bi awayekê onlîne dewam bikin.
Kesên ku dixwazin beşdarê atolyeyê bibin dikarin ji vî lînkî qeyda xwe çêbikin:







