Rejîma Îranê ragihand ku dê li dijî destwerdanek muhtemel a Amerîkayê hemû baregehên wê yên li Siûdî Erebistan, Qatar, Tirkiye û Yekîtiya Îmaretên Ereban hedef bigire.
Li Îranê di roja 17emîn de serhildana gelan berdewam dike û geşedanên li Îranê cihê xwe yê di rojeva cîhanê de diparêze. Li aliyekê zordarî û komkujiya rejîmê ya li ser gel didome û li aliyê din jî nerazîbûna rayagiştî ya cîhanê ya li dijî komkujiyan û bangawaziyên destwerdanê didomin. Ligel hemû bangawaziyan jî rejîma Îranê li hundirê welat komkujiyan didomîne û gefan li hêzên derveyî dixwe.
Îranê ji çar welatan xwest destwerdanê asteng bikin
Li gorî nûçeya Reutersê rayedarek Îranê destnîşan kir ku ger DYA destwerdanê li Îranê bike dê şer li tevahiya herêmê belav bikin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku li dijî destwerdanê dê rejîma Îranê jî baregehên DYAyê yên li Siûdî Erebistan, Qatar, Yekîtiya Îmaretên Ereb û Tirkiyeyê hedef bigire. Rayedar destnîşan dike ku ev peyam ji van çar dewletan re jî şandine û xwestine ku hewl bidin destwerdanê asteng bike.













