Siyasetmedar Veysî Aktaş ku di bernameya Newrozê de axivî, bal kişand ser serkeftina Wanê ya di hilbijartinên herêmî de û got: “Serkeftin û serhildana Wanê rojeva sereke ya civînên me bû.”
Newroza Wanê bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir. Tevî baran û sermayê jî jin û ciwanan qada Newrozê tije kir. Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Li ser navê komîteya amadekar Umît Tayanir derket ser dikê û cejna gel pîroz kir. Dû re Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt û Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr axivîn. Wan di axaftinên xwe de destnîşan kir ku divê ji bo pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” gavên şênber bên avêtin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Piştî axaftinan, Koma Rojhilat derket ser dikê û stranên xwe ji bo gel pêşkêş kirin. Her wiha, aktivîsta TJAyê Kevser Akçelîkê peyama Abdullah Ocalan a ku ji bo Newrozê şandibû, xwend.

‘Serkeftina Wanê mijara sereke bû’
Siyasetmedar Veysî Aktaş silavên Abdullah Ocalan ji bo gelê Wanê ragihandin û wiha got: “Di hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an de serkeftina ku li Wanê hat bidestxistin, bû mijara bingehîn a rojeva civînên me yên bi Serok Apo re. Bidestxistina 14 şaredariyan xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Ev encam ne tenê ji bo Wanê, ji bo herêma Serhedê û tevahiya Kurdistanê xwedî nirxekî bandorker bû. Ev ne encameke hêsan bû; vîna guhertina qedera gelê Wanê bû. Gotin, ‘Nabe, nikarin bikin; hevsengiya hêzê rê nade vê.’ Lê belê gelê Wanê ev hemû hesab xira kirin. Ev serkeftin ne bi derfetên dewletê, bi bawerî û vîna azad a gel hat qezenckirin. Ev, serkeftina vîna gelê rêxistinkirî bû ku ji bo nirx û rêbertiya xwe li ser pêyan bû.”Aktaş destnîşan kir ku her çend şert û merc ne guncav bin jî, vîna gel dikare her tiştî bighuherîne: “Gelê Wanê tiştê negengaz pêk anî. Ne tenê di sindoqê de, di dîrokê de qezenc kir.”
‘Gelê Wanê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nema’
Veysî Aktaş axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema ku vîn hebe, asteng têne derbaskirin dema ku gel hebe, hêvî heye. Tiştê ku gelê Wanê pêk anî, mûcîzeyeke siyasî û bersiveke dîrokî ya li dijî statukoyê bû. Li aliyekî budçeyên mezin, hêza medyayê û derfetên dewletê hebûn, li aliyê din vîn, bawerî û keda gelê Wanê hebû. Gelê Wanê nîşan da ku dikare nakokiyên çêkirî derbas bike. Hêzên ku bi rêyên asayî nekarîn qezenc bikin, xwestin bi darê zorê dest deynin ser vîna gel. Lê belê gelê Wanê dîsa bêdeng nema û li ber zextan serî netewand.”
‘Ocalan ji tu fedakariyan nereviya’
Aktaş bal kişand ser rola jin û ciwanan û got: “Di dîroka tevgera me de ev vîn bi pêşengiya jin û ciwanan pêş ket. Serkeftina pêvajoya nû, dê li ser xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hîn bêtir bi pêş bikeve. Bi danezana 27’ê Sibata 2025’an re, Birêz Abdullah Ocalan dixwaze pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bi encam bibe. Ew ji bo pûçkirina lîstikên emperyalîst, ji tu fedakariyê nereviya. Armanca wî ew e ku bi demokratîkkirina komarê, pêşerojeke hevpar a li ser bingeha hiqûq û dadperweriya civakî ava bike.”
‘Komara Demokratîk pêdiviyek e’
Veysî Aktaş diyar kir ku Komara Demokratîk azadiya îfadeyê û nasnameyan dixe bin parastina destûrî û wiha dirêj kir: “Tiştê ku îro divê were kirin; li şûna tundî û şer, bingehgirtina muzakereya demokratîk û diyalogê ye. Komara Demokratîk polîtîkayên yekperest red dike û pejirandina cudahiyan bingeh digire. Ev ne tenê vebijarkek e, pêdiviyeke dîrokî ye.”
‘Ji bo muzakereyê divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin’
Aktaş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya statuya Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo aştiyeke mayînde, sererastkirinên qanûnî û destûrî jiyanî ne. Divê statuya cihê ku Birêz Abdullah Ocalan lê dimîne, were diyarkirin. Ya dikeve ser milê dewletê ew e ku ji bo guncavkirina şert û mercên Rêbertiyê destê xwe lez bike. Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e; pergaleke demokratîk û komunal e. Em bang dikin ku her kes xwedî li berpirsiyariyên xwe derkeve. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk dê bi ser bikeve, rantxurên ku xwe bi xwînê xwedî dikin dê winda bikin.”
Bername bi coşeke mezin berdewam dike.














