• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    The Tîmes: Hamaney plana revîna Rûsyayê difikire

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Rejîma Îranê înternet bi tevahî qut kir

    Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

    Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 9ê ÇILEYA 2026an

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Wan / AW

8 ÇILE 2026 - 15:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A

Wan – Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê“Hedefgirtina sîstematîk a qadên jiyanê, bi eşkereyî nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûn tê binpêkirin û taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer.”

Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê têkildarî êrîşên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên li ser taxên Kurdan Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê meşek li dar xist. Girseya ku li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê hate cem hev, ji vir heta Qada Bajêr meşiyan û di meşê de pankartên “Rojava; wijdan, berxwedan û azadî ye, hûn nikarin têk bibin” û “Parastina Rojava parastina nirxên mirovahiyê ye” hatin vekirin. Welatiyan di meşê de êrîşên li ser taxên Kurdan bi dirûşmeyên “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana QSDê” û “Bijî yekitiya gelê Kurd” hwd. bertekên xwe nîşan dan. Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navend û navçeyan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li meşê bûn.

Piştî meşê li ber WanMall AVMê daxuyanî hat dayîn. Metna daxuyaniyê ya Kurmancî ji hêla hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr ve, ya Tirkî jî ji hêla hevseroka Şaxa MEBYA-DERê ya Wanê Hanim Kaya ve hat xwendin.

Cemal Demîr destnîşan kir ku êrîşên ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bêyî navber tên meşandin, bêguman sûcekî mirovahiyê yê eşkere û li ber çavan e. Cemal Demîr anî ziman ku ev êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve bi çekên giran tên kirin, rasterast sivîlan dikin armanc û got: “Ev êriş dibin sedema windahiyên sivîl ku di nav de zarok jî hene. Hedefgirtina sîstematîk a qadên jiyanê, bi eşkereyî nîşan dide ku mafê jiyanê yê sivîlan bi zanebûn tê binpêkirin û taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer. Pêkhatina van êrîşan di pêvajoyeke wisa de ku entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya bi artêşa Sûriyeyê re û lêgerînên çareseriya siyasî tên nîqaşkirin, gelekî balkêş û manîdar e.”

Bandora êrîşan ya li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Di berdewamiya axaftina xwe de Cemal Demîr bal kişand ser bandora van êrîşan a li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt anî ziman: “Eşkere ye ku ev êrîş dê di heman demê de bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê berdewam dike jî bikin. Ev helwesta dijminane ya li hemberî Rojava, armanc dike ku hewildanên HSD’ê yên di warê entegrasyon û çareseriyê de lawaz bike û îhtîmala aştiya herêmî sabote bike. Hêzên li dijî çareseriyê, bi kûrkirina şer dixwazin îhtîmala pêşerojeke demokratîk û aştiyane ya di navbera gelan de bifetisin. Her wiha em bi taybetî binê wê xêz dikin: Ev êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, berdewamiya wan êrîşên ku berê li Siweydayê li dijî Dûrzîyan û li dijî niştecihên Elewî hatibûn kirin. Ev êrîş berhemê aqilekî tarî ne ku tevna civakî ya Sûriyeyê ya pirnasname û pirbawerî dikin armanc û dixwazin gelan bikin dijminê hev.”

‘Xwedîderketina li Rojavayê xwedîderketina li mirovahiyê ye’

Cemal Demîr da zanîn ku gelê Kurd li hemberî van êrîşan ne tenê ye, ne bêparastin e û ne jî belav e. Cemal Demîr diyar kir ku ew bi wê vîn û rûmeta dîrokî ya ku berxwedana Kobanê derxistiye holê, di parastina destkeftiyên Rojava û mafên gelên Sûriyeyê de bi biryar in û wiha berdewam kir: “Em li cem Rêveberiya Xweser û îradeya jiyana hevpar a gelan in. Gelê Kurd, dê li hemberî van êrîşan bi rêxistinkirî, bi rihê yekîtiya neteweyî û demokratîk, mafê xwe yê berxwedana rewa bingeh bigire û li ber xwe bide. Tu hêzan nekariye gelê me teslîm bigire û wê nekare jî. Em bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû aktorên têkildar dikin ku êdî ji pozîsyona temaşevaniyê derkevin. Ji bo parastina sivîlan divê demildest berpirsiyarî bête girtin, êrîş bilez bên sekinandin û hêzên êrîşkar bi eşkereyî bên teşhîrkirin. Bêdengî, şirîkatiya vî sûcî ye.”

‘Wê rê li ber şikestinên mezintir vebe’

Cemal Demîr wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vir em bi awayeke vekirî Bangewaziya xwe ji bo raya giştî ya cîhanê, dostên gelê Kurd û hêzên demokratîk dikin: Gelê Kurd bi tenê nehêlin. Piştevaniya bi gelê ku li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li ber xwe dide re mezin bikin. Heke tiştên îro li Helebê diqewimin neyên sekinandin, wê sibê rê li ber wêranî û şikestinên hîn mezintir û yên ku vegera wan tune ye vebe.”

Piştî daxuyaniyê çalakî 5 deqeyan çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

 

Etîket: Benî ZêddaxuyanîEşrefiyePlatforma Saziyên Demokratîk a Wanêtaxên Kurdan Şêx Meqsûd
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

Gelê Amedê: Rojava tune bibe Amed jî dê tune bibe

9 ÇILE 2026
Wan ji bo Rojava meşiya: Taxên Kurdan bi qestî veguherandine qada şer

Hemwelatiyên Wanê: Li pişt êrişan dewleta Tirk heye

9 ÇILE 2026
Fransayê êriş şermezar kir û xwest li Helebê agirbest bê ragihandin

Fransayê êriş şermezar kir û xwest li Helebê agirbest bê ragihandin

9 ÇILE 2026
Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

Tom Barrack: Êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rawestînin

8 ÇILE 2026
Li Eşrefiyê nexweşxane du caran hate bombebarankirin: Kuştî û birîndar hene

Li Eşrefiyê nexweşxane du caran hate bombebarankirin: Kuştî û birîndar hene

8 ÇILE 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê demildest dawî li pevçûnan were

Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê demildest dawî li pevçûnan were

8 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (265)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne