• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Mazlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li Munîhê civiyan

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

Mexmûr / AW

15 SIBAT 2026 - 14:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 27emîn salvegera Komploya Navbetewî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî, bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi hezaran kes li pêş Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û dest bi meşê kirin. Gel di meşê de bênavber dirûşmeya, “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Abdullah Ocalan” berz kir. Gelê wargehê bi alên KCKê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa xwe heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî domand.

Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi boneya rojê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî. Fîlîz Budak di axaftina xwe de şehîdên şoreşê bibîr anî û wiha axivî: “Di kesayeta Şehîdên Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin de em hemû şehîdên Şoreşa Kurdistanê bibîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin. 27 sal berî niha seranserê welat bi dehan ciwanên Kurd bedena xwe li dora Rêberê Gelê Kurd Ocalan kirin xeleka ji agir. Li kolanên Ewrûpa û hemû Kurdistanê ciwanan qîr dikirin û digotin Bê Serok Jiyan Nabe û Li Welatê Me Yek Roj Heye. Ciwanên Kurd di bin vê dirûşmeyê de canê xwe feda kirin û komploya navnetewî vala derxistin. Em saya wan gihîştin vê rojê. Di encama têkoşîna gelê Kurd de gelê Kurd, jin û ciwan serketin. Em ji bo xwe gihandina vê rojê mînetdarî wan ciwanan in.”

‘Komplo têk çû’ 

Budak bal kişand ser armanca Komploya Navnetewî jî û axaftina xwe de wiha domand: “Hêzên komploger li ser têkbirina Têkoşîna Azadiya gelê Kurd li hev kirin û di sala 1998an de vê komployê dan destpê kirin. Rêberêberê Gelê Kurd û gelê Kurd li pêşiya ji nû ve dizanynkirina Rojhilata Navîn wek astengkek didîtin û ji ber vê li dijî Rêbertiya me vê komployê pêk anîn. Ev berdewamê Lozan û Sykes Pîcotê ye. Bi van kiryarên xwe û ji ber ku her carê Rêberên Kurdan bi sêdarê kirine encam, wisa fikirîn ku wê bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd jî têkoşîna gelê Kurd bidawî bikin. Lê ya ku nedîtîn bû, ji 7 heta 70 salî hemû gelê Kurd wek Rêberê xwe didît û xwedî derdiket. Di encama vê têkoşînê de komplo vale derket. Rêberê Gelê Kurd Ocalan tenê bi awayek fîzîkî dîl girtî ma, lê bi awayek felsefîk û fikrî azade. Lewra jî ev komplo vala derket.”

Fîlîz Budak di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Ocalan û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê jî û wiha got: “Rêberê me ligel êrişan tu carî ji têkoşîna xwe tawîz neda. Got di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e. Em bi Rêberê Gelê Kurd û paradigmaya wî de mirovbûnê de israr dikin. Em netew-dewletê datînin aliyekî û pirrengiya civakê esas digirin. Îro komploya navnetewî bi êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Bi van êrişan re êrişî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd kirin. Di encama têkoşîna 27 salan a Rêberê Gelê Kurd Ocalan de derket holê ku kes nikare gelê Kurd di şer de têk bibe. Hêzên navnetewî xwestin bi êrişên Rojava re têkoşîn û destketiyên gelê Kurd ji holê rakin. Lê gelê Kurd bi yekitiya netewî bersiva êrişan dan û dubare komplo vala derxistin.”

Fîlîz Budak bang li gelê Kurd kir ku yekitiya neteweyî pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Sedsala 21emîn wê bibe sedsala serkeftina gelê Kurd. Lewre gelê Kurd ber bi kongreya netewî ve diçe.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

Etîket: Wargeha Penaberan a Mexmûrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclîsa Îştarê re peyam şand

Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclîsa Îştarê re peyam şand

5 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (568)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne