Şeniyên Kantona Firatê xwestin ku Tirkiye ji axa Sûriyeyê derkevin û dê axa xwe biparêzin.
Şêniyên Kantona Firatê têkildarî dagirkirina axa Sûriyeyê û êrîşên çeteyan ji ajansa ANHAyê re nêrînên xwe anîn ziman.
Welatî Şêx Ehmed Hemo êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk her tim dixwaze herêmên me dagir bike, lê ev yek ji wan re bibe xeyal. Dewleta Tirk bi hemû planên xwe yên qirêj her tim êrişên xwe li her herêma me pêk tine, lê li hember êrişên dagirkeriyê berxwedana şervanên me her tim xurte. Divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji axa sûriyeyê derkevin ji ber ku ev axa, axa me ye, em ê her tim axa xwe biparêzin.”
Welatî Cîhan Bozan jî diyar kir ku Tirkiye rojane êrîşên xwe li her herêmê pêk tîne û got: “Em tu carî nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rihetî derbasî ser axa me bibin, divê ev dagirker ji axa me vekirşin ev axa me ye, ev der welatê me ye, tu mafê dewleta Tirk û çeteyên wê tuneye ku li ser axa me jiyan bikin. Em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re dibêjin êdî bese ji axa me bikişin, ev ne ji mafê we ye ku hûn derbasî ser axa me bibin. Wê şervanên me her tim li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê bibin bend û nahêlin bihustek ji axa me dagir bike, yan li ser axa me jiyan bikin.”
Welatî Osman Ibrahîm jî destnîşan kir ku ev walat ne yê dewleta Tirk û ne jî yê çeteyên wê ye û got: “Dewleta Tirk û çeteyên wê bi hemû planên xwe yê hovane êrişî herêma me dike, ew ji me çi dixwaze, ev der welatê me ye axa me ye, mafê tu kesî tune ye ku li ser axa me jiyan bikin. Em tu carî nahêlin dewleta Tirk derbasî axa me bibe, bila ji axa me derkevin axa me bi xwîna şehîdên me hatiye avdan, bila ji axa me vekişin.”
Welatî Şêrîn Ehmed anî ziman ku ew ê her tim piştgirya hêza HSDê bikin da ku axa Sûriyeyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin û wiha got: “Em ê her tim li pişta QSD`ê bin, da ku em axa Sûriyeyê ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij bikin, wê axa Sûriyeyê ji wan re bibe xeyal. Heta ku hêza me hebê em ê li ber xwe bidin û nahêlin dergirkerî li ser axa me jiyan bikin. Bila dewleta Tirk dest ji axa me berde û jê vekiş e.”
`Em ê dawî li dagirkeriyê bînin’
Berfîn Ismaîl berxwedana şervanên di çeperên şer de silav kir û diyar kir ku ew ê her tim piştgiriya HSDê bikin û got: “Şervanên me li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî didin meşadin, em ê jî her tim piştgiriya hêza QSD`ê bikin, heta ku em dijminê hov têk bibin. Her çiqasî dewlet Tirk êrişan li ser me pêk bîne lê tu carî bi hêza me nikare, em ê li ser axa xwe dawî li dewleta Tirk û çeteyên wê bînin, ji ber vê yekê bila ji axa me derkevin, ew tu carî bi hêza me nikarin.”