Leşkeran serê sibê li gundê Zorava yê navçeya Sûrê welatiyê bi navê Tacettîn Kardaş hatibû desteser kiribûn. Piştî îfadeya Tacettîn Kardaş hat wergirtin hat berdan.
Leşkeran dora saet 03.00an bi ser mala welatiyê bi navê Tacettîn Kardaş ê li gundê Zorava yê navçeya Sûra Amedê de girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di dema serdegirtinê de Tacettîn Kardaş tenê li malê bûye leşkeran deriyê malê şikandine û şêniyên gund ên xwestine biçin malê hatine astengkirin. Leşkerên ku bi kûçikan lêgerîn kiriye, piştî lêgerîna malê ya saetek û nîvê gazî cîranê Tacettîn Kardaş kirine ku bibe şahidê lêgerînê û tiştên malê ser û bin kirine.
Hat diyarkirin ku leşkeran di dema serdegirtina malê de zext li Tacettîn Kardaş kirin e û ew birine Fermandariya Leşkerî ya Bajêr.
Şêniyên gund diyar kirin ku Tacettîn Kardaş li ser îxbarê hatiye desteserkirin.
Tacettîn Kardaş piştî îfadeya wî li fermandariya leşkeran hate wergirtin hat berdan.