Çetetyên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê êrişî sivîlan kir, di encamê de welatiyek hate kuştin û sê welatî jî birîndar bûn.
Çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê li taxên Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê rasterast êrişî cihê sivîlan dikin.
Li gorî nûçeya ANHAyê; di encama êrişan de şêniyê bi navê Remezan li taxa Eşrefiyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha şêniyên bi navê Selmo Rizo (55), Xalid Rizo (25) û Huda Osman li taxa Benî Zêdê birîndar bûn.
Di encama êrişên çeteyên hikûmeta demkî li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêdê de heta niha 9 welatî hatine kuştin û 60 welatî jî birîndar bûne.













