Welatiyek Kurd yê ji Seqizê bi gulebarana rasterast ya hêzen çekdarên Îranê hat kuştin.
Li gorî nûçeya RojNewsê ku spartiye Kolber Newsê; welatiyek Kurd yê binavê Îrfan Îrfanî (38) yê ji Seqizê bi gulebarana rasterast ya hêzen çekdarên Îranê hat kuştin.
Her wisa da zanîn ku hêzên çekdarên Îranê wesayîta welatiyê Kurd gulebaran kir, piştî gulebaranê wesayîta wî wergeriya û di encamê de kolberê Kurd Îrfan Îrfanî ku ajokarê wesayîtê bû jiyana xwe ji dest da.