Amed – Welatiyên Amedê têkîldarî Komploya 15ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman ku ev komplo dê bi yekîtiya Kurdan têk here û gotin: “Ev komplo li dijî gelê Kurd hatiye meşandin û dê bi yekîtiya Kurdan jî têk biçe.”
Hêzên hegemon ji bo astengiyên li pêşiya xwe rakin li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan plansaziya komployekê kirin. Ji ber komploya navdewletî ku rola gelek dewletan di nav de hebû Abdullah Ocalan di 9ê Cotmeha 1998an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Ewropayê. Piştî 130 rojan di 15ê Sibata 1999an de ji aliyê hêzên navdewletî ve di encama komployekê de li Kenyayê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Girtina Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û dostên Kurdan weke “Roja reş” tê binavkirin û li Kurdistan û gelek deverên cîhanê gelê Kurd û dostên Kurdan daketin qadan û dest bi xwepêşendanan kirin. Ji 15ê Sibata 1999an ve hêrs û nerazîbûna Kurdan a li dijî komploya navdewletî berdewam dike.
Hemwelatiyên Amedê jî têkîldarî komploya navdewletî ya 15ê Sibatê bertekên xwe nîşan dan û gotin: “Ev komplo hê jî berdewam dike. Êrişên li ser gelê Kurd, tunehesibandina nasnameya Kurdan, mînakên vê komployê ne. Kurd îro şiyar bûne û yekîtiya wan dê van komployan têk bibe. Em êdî di ferqê de ne û dê yekîtiya me li dijî van polîtîkayan bi ser bikeve.”












