• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
26 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Wan ji bo Mitînga Azadiyê amade ye: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan qadê tijî bikin

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Hunermendê mezin Kadîr Înanir: Li vê axê dê aştiyek mezin serwer bibe

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Repbêj Serhedo hat berdan

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê mafên qanûnî yên her kesî bên misogerkirin

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Nobeta edaletê ya karmendên ji kar hatine derxistin didome

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Nûnertiya Rêveberiya Xweser: Destek bidin Kobanê, bila dorpêç rabe

Navenda Nûçeyan / AW

9 SIBAT 2026 - 09:59
Kategorî: ROJANE
A A
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Herêma Kurdistanê bang kir ku Kobanê di bin dorpêçeke mezin de ye û got: “Pêwîstiyên esasî yên jiyanî li Kobanê nemane. Em girêdayî peymanê ne, divê dorpêça li ser Kobanê bê rakirin.”

Ev 21 roj in Kobanê di bin dorpêçeke giran ya êrişên Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ye û bi krîzeke mirovî re rû bir û ye. Li aliyê din bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî krîza mirovî kûrtir kiriye. Têkildarî vê dorpêça giran Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya li Herêma Kurdistanê Mihemed Ala ji Rojnewsê re axivî û banga rakirina dorpêçê kir.

‘Şam berpirsê dorpêçê ye’

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Herêma Kurdistanê Mihemed Ala bal kişand ser dorpêça li ser Kobanê û got: “Kobanê di bin dirpêçeke pir alî ya giran de ye. Pêwîstiyên esasî yên jiyanî yên mîna elektirîk, av û derman nemane. Yek ji xalên peymanê ewe ku ev dorpêç dawî bibe. Lê heta niha ev yek nehatiye bicihanîn. Ev jî necidîbûna Hikûmeta Sûriye nîşan dide.”

‘Enqere û Şam dixwazin Kobanê têk bibin’

Mihemed Ala destnîşan kir ku ew girêdayî peymanê ne û wiha domand: “Sedem ewe ku Hikûmeta Şera ji bo pêkanîna peymanê ne cidî ye. Di nepêkanîna peymanê de destê Tirkiye heye. Dixwazin Kobanê ya bûyî sembola berxwedanê têk bibin. Ev yek jî ji bo wan tenê xeyale.”

‘Ruhê Kobanê yê berxwedêr û zindî dê komployê têk bibe’

Herî dawî Mihemed Ala ev yek anî ziman: “Xelkê Kobanê nimûneya berxwedan û ruhê berxwedanê lê zindî ye. Gelê Kobanê wê tim li ber xwe bide. Ev êrişên li ser Rojava encama komployeke navneteweyî ye ku dixwazin netewa demokratîk tine bikin.”

Etîket: Hikûmeta Demkî ya ŞamêKobanêNûnertiya Rêveberiya Xweser a li Herêma KurdistanêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

22 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
600 koçberên din gihîştin Efrînê

600 koçberên din gihîştin Efrînê

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    Repbêj Serhedo li Amedê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Behiye: Em hene û em ê hebin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Aştiyê Behiye Sevîm jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Dayika Aştiyê Behiye Sevîm hate veşartin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweşê giran Mehmet Elçe tevî rapora ATKê jî nayê berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Repbêj Serhedo hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kadîr Înanir jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rêya 13 sal in didome: Pere nayê şandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (726)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne