Îdir – Li Îdirê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Welatiyên Îdirê destnîşan kirin ku ew ê agirê ji bedena Zekiye Alkan û Rewşan Demîrelan gihiştiye îro, dê bi xurtkirina têkoşînê geştir bikin.
Li bajarê Îdirê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiyeke bi heybet hat lidarxistin. Tevî baranê jî, bi hezaran jin, ciwan, kal û pîr bi cilên xwe yên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer herikîn qada Newrozê. Tevî astengiyên polîsan ên li ser reng û flamayên neteweyî, gel bi coşeke mezin govend gerand.
Welatiyên Îdirê yên ji ajansa me re axivîne, bal kişandin li ser mafê hêviyê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Welatiyan girîngiya dîrokî ya Newrozê anîn ziman û diyar kirin ku ew li ser şopa Kawayê Hesinkar û şehîdên Newrozê ne. Welatiyan wiha gotin: “Ev agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, îro bi bedena hevalên mîna Zekî Alkanan, Rewşan Demîrelan gihiştiye me. Em îro li vir in da ku vî agirî hîn xurtir bikin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ku Serokê me azad nebe, em ê jî xwe azad nabin.”
Banga yekîtiyê û azadiya girtiyan
Welatiyan bal kişandin ser yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê û destnîşan kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî rûmeteke mezin e. Welatiyan banga azadiya girtiyên siyasî kirin û ev tişt anîn ziman: “Em vê Newrozê ji bo parastina gelê Kurd û azadiya Kurdistanê pîroz dikin. Hêviya me ew e ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî. Em wekî jin, ji bo aştiyeke birûmet û serkeftinê, dê her tim di rêza pêş de bin.”
Welatiyên jin ku bi kincên xwe yên neteweyî qad xemilandin, destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li pey mafên xwe bin û gotin: “Em aştiyê dixwazin, lê em ê tim ji bo serkeftinê jî têbikoşin.”














