SOHRê daxuyand ku dewriyeyek Îsraîlê ya ji 13 wesayîtên leşkerî pêk tê ketin gundewarê bakurê Quneytîrayê.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku dewriyeyeke Îsraîlê ya ji 13 wesayîtên leşkerî pêk tê derbasî herêma Kesarat a di navbera bajarokên Cebata El Xeşeb û Ufanyayê de bû.
Dewriyeyê berî ku ber bi nuqteya Heraş Cebata El Xeşeb a li bakurê Quneytîrayê bikişe, rêwiyên diçûn û dihatin kontrol dikirin, lê tu kes nehat girtin.
Di çarçoveyeke têkildar de, SOHRˊê vê sibê belge kir ku hêzên Îsraîlê şivanek di navbera gundên Kondina û Barîqa de ya li gundewarê başûrê Quneytrayê girt, heta niha tu agahî li ser aqûbeta wî nîn in.













