Wan – Li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê hîndekariya Kurdî dike, bi hinceta “perwerdehiya bêdestûr daye” 400 hezar lîre ceza hat birîn.
Di 1ê Sibata 2026an de, roja yekşemê Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Wanê bi polîsan ve li ser avahiya ARSÎSAyê de girtin û îdia kirin ku Komele “bêyî destûr” perwerdeyê dide. Rêveberên komeleyê derbarê mijarê de daxuyanî dabûn û diyar kirin ku ew li gor qanûnên komelayan xebatên xwe dimeşînin û atolyeyên zimanê Kurdî li dar dixin. Miduriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bi hinceta “Perwerdehî bêdestûr hatiye dayîn” li Komeleya Çand û Zimanê Kurdî ya Arsîsayê ku li navçeya Erdîşê ya Wanê xebatan dimeşîne 400 hezar û 50 lîre “cezayê pereyan” birî.
Hînkirina Kurdî hat cezakirin
Hat hînbûn ku Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Wanê bi hinceta ku “Bêyî destûra Wezareta Perwerdehiya Neteweyî perwerde daye”, di 25ê Adarê de li Komeleya ARSÎSAyê 400 hezar û 50 lîre “cezayê pereyan” biriye. Rêveberê Komeleyê û hîndekarê zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli nerazîbûna xwe nîşanî vê helwestê da û wiha got: “Em vê êrişa li ser çand û zimanê Kurdî qebûl nakin. Em ê hem bi rêyên hiqûqî îtirazên xwe bikin hem jî li dijî vê êrişê bertekên xwe nîşan bidin û di demeke kin de daxuyaniya çapemeniyê bidin.”









