Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê Kemal Harrazî ku di 1ê Nîsanê de di encama êrişa hewayî ya hevpar a DYA û Îsraîlê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeyên ku di medyaya xwecihî ya Îranê de cih girtine, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê Kemal Harrazî ku di 1ê Nîsanê de di encama êrişa hewayî ya hevpar a DYA û Îsraîlê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Harrazî yê 81 salî li mala xwe ya li paytext Tehranê bibû hedefa êrişê. Di êrişê de hevjîna wî di cih de jiyana xwe ji dest dabû, Harrazî jî bi giranî birîndar bibû û li nexweşxaneyê dihate dermankirin. Çavkaniyên girêdayî dewletê, mirina Harrazî bi daxuyaniya, “Beriya çend rojan di êrişeke terorê ya Amerîka û Siyonîst de birîndar bibû û vê êvarê şehîd bû” ragihandin.
Kî ye Kemal Harrazî?
Kemal Harrazî, di heman demê de Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê bû û di siyaseta derve ya welat de xwedî roleke diyarker bû. Harrazî di dîroka dîplomasiya Îranê de gelek wezîfeyên girîng girtibûn ser xwe. Wî li Neteweyên Yekbûyî (NY) weke Balyozê Bilind ê Îranê yê li New Yorkê kar kir û her wiha di navbera salên 1997 û 2005an de, di serdema Serokkomar Mihemed Xatemî de wezîfeya Wezîrê Karên Derve bi cih anîbû. Mirina wî, di serdema şer û aloziyên dawî yên li herêmê de weke windahiyeke mezin a ji bo baskê siyasî yê Îranê tê dîtin.













