Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ku tevlî resepsiyona meclise bibû li ser pirsa komîsyon wê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike an na, bersiv da û got ku dê biryara wê serokê meclîse û komîsyon bidin.
Bi mabesta vekirina sala nû ya Qanûndanînê li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê resepsiyon hat dayin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan, endamên şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mithat Sancar, endamên komisyona meclise, Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cengîz Çiçek, Saruhan Oluş, Meral Danışbeştaş, Celal Firat û parlamenterên DEM Partî jî tevlî resepsiyonê bûn.
Her wiha wezîr û rêyedarên dewletê jî di resepsiyonê de cih girtin. Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ku tevlî resepsiyonê bû pirsen çapemeniyê bersivand. Yilmaz Tunç li ser pirsa komîsyon wê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike an na, bersiv da. Wezîr Tunç got ku şandeya DEM Partî dê serdana Îmraliyê bike û anî ziman ku biryara çûyina komîsyonê ya ji bo Girava Îmraliyê dê serokê meclisê û komisyona li meclisê bidin. Tunç li ser pirsa Pervîn Buldan gotibû di demekê nêz de serdana Girava Îmraliyê bikin jî got ku şandeya DEM Partî car caran serdanê pêk tîne.