Wezîrê Karên Derve yê Israîle Gideon Saar, anî ziman ku Kurdan li dijî DAIŞê bi wêrekî û lehengî şer kir û xwest ewlehiya Kurdan li Sûriyeyê bê parastin.
Heyet Tehrîr El Şam serê sibê hikûmeta Esad xist û Şam xist kontrola xwe. Piştî Şam ket, Artêşa Neteweyî ya Sûrî (OSO) li dijî Minbicê dest bi êrîşên dijwar kir. Niha li Minbicê şerekî pir dijwar heye. Balafirên Tirkiyeyê jî ji hewa ve Minbicê bombe dike. Li dijî şerekî pêkan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî rewşa awarte îlan kir. Hêzên Ewlehiya Hundirîn jî ji bo saetên şevê qedexeya derketina derve îlan kir.
Wezîrê Karên Derve yê Israîlê Gideon Saar jî daxuyanî da û got: “Me rewşa Sûrî girt dest. Min xwest ewlehiya Kurdên li Sûriyê bê parastin. Kurd bi êrîşan re rû bi rû ne. Kurdan li dijî DAIŞê şerekî pir mezin da. Bi şerê leheng civaka navneteweyî ji êrîşên DAIŞê parast.