Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar ji ber îlankirina Mihafizên Şoreşa Îranê wekî rêxistineke terorîstî dilxweşiya xwe anî ziman.
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar li ser hesabê Xê daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Ez biryara Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ya ku Mihafizên Şoreşa Îranê wekî rêxistineke terorîst îlan kirine bi dilxweşî pêşwazî dikim. Ev biryareke girîng û dîrokî ye. Îsraîl bi salan e û di hefteyên dawî de ji bo vê encamê bi dest bixe di nava hewldaneke mezin debû.
Êdî bandora belavbûna terorîzmê û qelskirina aramiya herêmî niha tê destnîşankirin.
Mihafizên Şoreşê wekî rêxistineke terorîst îlankirin dê pêşî li hemû xebatên wê yên li Ewropayê bigire û weke sûc bibîne. Ew ê zirarê bide rêxistineke ku beşek mezin ji aboriya rejîma Îranê kontrol dike û dê peyamek girîng ji gelê Îranê re bişîne ku ji bo azadiya xwe têdikoşe. Beriya her tiştî ya herî girîng, îro rewatiya vê rejîma hov û zordar derbeyek mezin xwariye.”













