• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Ocalan: Şarê êzidî, resnayoxê heqîqetî yê tewr kehen o

    Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Der barê Bakirhan û Ozel û 4 parlamenteran de fezleke hat vekirin

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Li Qelqeliyê navenda jinan hat vekirin 

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    Platforma Bajêr a Amedê: Aştî ne qencî ye, mafê mirovan e

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    DFGê rapora meha Tebaxê eşkere kir

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Baroya Amedê: Em darazek serbixwe dixwazin

    Ocalan: Şarê êzidî, resnayoxê heqîqetî yê tewr kehen o

    Abdullah Ocalan: Ez bang li Kurdan dikim ku bibin yek

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Warê binpêkirinên mafên mirovan: Şirnex

Mahmût Altintaş / AW

15 TÎRMEH 2025 - 09:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevserokê Şaxa ÎHDê ya Şirnexê Şîvan Sekmen bi lêv kir ku qedexeyên li ser gund, zozan û çiyayên Şirnexê binpêkirina mafê jiyanê yê welatiyan bi xwe re tînê û got ku li Şirnexê qanûn danîne aliyekî û bi keyfî tevdigerin.

Şirnex ku di salên 1990an de gelek gundên wê hatin vala kirin û gelek komkujiyan re rû bi rû ma ye bûye warê binpêkirinên mafên mirovan. Li Şirnexê her 15 roj carekê ji aliyê walitiyê ve bi hinceta “Ewlehiyê” gelek herêm tên qedexekirin. Her wiha gelek gund û herêm jî weke “Herêmên Ewlehiya Taybet” hatine îlan kirin. Ji ber qedexeyan welatî nikarin biçin gund û zozanên xwe an jî bi destûr dikarin biçin û mafê wan heye ku çend seatan bimînin. Qedexeyên li ser herêman bandoreke mezin li ser jiyana mirovan dike. Welatiyên Şirnexê ku bi sewalkarî û çandiniyê debara xwe dikin û xweza çavkaniya debara wan e dema herêm hatin qedexekirin çavkaniya wan a debarê jî ji dest diçe.

Li Şirnex a ku bi salan e dewlet polîtikayên taybet li ser dimeşînê di salên dawî de qetilkirina jinan, istismara li ser zarokan û bikaranîna tiryakê jî zêde bûne. Bi vê yeke re giredayî hejmara întîxara welatiyên civan jî sal bi sal zêde dibe. Şirnex ku yek jî bajarê herî zêde noqteyên kontrolê li wir hene jiyana welatiyan jî hertim di bin denetîma dewletê ango di bin kontrolê de ye. Ew yek jî li ser derûniya welatiyên herêmê jî bandoreke mezin dike. Tekildarî binpêkirinên mafên mirovî yên Şirnexê hevserokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Şirnexê Şîvan Sekmen bi lêv kir ku li Şirnexê ne li gor hiqûqê lê keyfî polîtîka tên sepandin.

‘Qetilkirina jinan û istismara li ser zarokan zêde bû ye’

Şîvan Sekmen anî ziman ku weke ÎHDê ew herî zêde li ser talana xwezayê, qetilkirina jinan, istismara li ser zarokan, binpêkirinên mafan li girtîgehan serîledan ji wan re tên û wiha axivî: “Xwezaya Şirnexê tê talan kirin û qadeke mezin a daristanan hatiyê tunekirin. Talana xwezayê bi tena serê xwe binpêkirina mafên welatiyên Şirnexê ye. Li ser vê yekê gelek serîledan ji me re tên. Em jî li ser serîledanan raporan amade dikin. Qetilkirina jinan û istismara zarokan jî bingeha xwe ji pergala ku li Şirnexê tên meşandin e. Li Şirnexê gelek gund hatin vala kirin û mirov koçber bûn. Welatî ji hevdû re biyanî bûn û jin jî di hundirê malê de hat hepiskirin. Ev yek jî bû sedema serdestiya zilam a li ser jinê û qetilkirina jinan. Di van salên dawî de istismara li dijî zarokan û qetilkirina jinan zêde bûye. Em jî li ser van serdanan ji aliyê hiqûqî û derûniyê ve alîkariyê dikin.”

‘Qedexeyên li ser herêman mafên welatiyan binpêdike’

Di berdewama axaftina xwe de Şîvan Sekmen bal kişand ser qedexeyên li ser herêmên Şirnexê û bandora wê ya li ser jiyana mirovan wiha nirxand: “Li Şirnexê welatî bi çandinî û sewalkariyê debara xwe dikin. Yanî debara mirovan li ser xwezayê ye. Ji ber wê jî qedexekirina herêman her 15 roj carekê bandoreke mezin li ser jiyana mirovan dike. Mirov nikarin sewalên xwe li wir biçerînin an jî bi rihetî nikarin biçin ser bax û bostanên xwe. Ew yek jî bi xwe re binpêkirina mafên mirovan tîne. Erê ji aliyê hiqûqî ve mafê qedexekirina herêman heye lê divê ew maf bi awayekî keyfî neyê bikaranîn. Dema tê cihek qedexekir divê tu ji welatiyan re derfetan ava bike û piştgiriya welatiyan bike. Lê ji wî alî ve piştgiriya welatiyan jî nayê kirin. Ew yek heman demê de mafê tenduristî û aboriya welatiyan jî binpê dike.”

‘Li Şirnexê bi keyfî tevdigerin’

Şîvan Sekman destnîşan kir ku li Şirnexê ji ber noqtayên kontrolê jiyana mirovan hertim rastî astengiyan tê û ev tişt gotin: “Li Şirnexê mekazagon danînê aliyekî û bi keyfî tevdigerin. Erê dikarin nasnameya welatiyan kontrol bikin lê edî ew rewş bûye keyfî. Yanî kesek rojê 5 caran dikarin nasnameya wî kontrol bikin. Li her derê noqteyên kontrolê hene. Hinek gundan 3-4 noqteyên kontrolê hene. Ev yek dibe sedem ku jiyana mirovan di bin kontrolê de be. Ew jî jiyana mirovan asteng dike. Divê di vê pêvajoya çareseriyê de ew sepanên li Şirnexê jî rabin. Em weke ÎHDê piştgiriya aştiyê dikin û di vî warî de çi bikeve li ser mile me em amade ne.”

‘Tevî nexweşiyên giran jî girtî nayên berdan’

Şîvan Sekman bi lêv kir ku ew dema serdana girtîgehan dikin rastî gelek binpêkirinên mafên girtiyan tên û wiha got: “Gelek girtiyên nexweş li Şirnexê hene. Girtiyên ku nexweşiya wan giranin li gor qanûnê divê bên berdan lê nayên berdan û mafê wan ê tenduristiyê jî tê binpêkirin. Li ser girtiyan gelek serîledan ji komeleyê me re tên. Em jî li ser van raporan serdana girtîgehan dikin û raporan amade dikin. Divê girtiyên nexweş li dervê tedawiya wan bê kirin. Her wiha berdana girtiyan jî tê taloqkirin. Girtiyên 70-80 salî hene. Ew girtî nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabin bikin. Lê tevî vê yekê jî nayên berdan. Em hêvî dikin ku pêvajoya çareseriyê bibe wesîleya dawî anîna van binpêkirinên mafan.”

Di dawiya axaftina xwe de Şîvan Sekman diyar kir ku derbarê binpêkirinên mafan de welatî hişyar bin û ev bang kir: “Em bang li gelê xwe jî dikin ku dema rastî binpêkirineke mafan hatin serî li komeleya me bidin û çi pêwîst be weke komele em amade ne ji bo piştgiriye. Divê gelê me jî ji bo serîlêdanê netirse û ji bo mafê xwe serîledanê bike.”

 

 

 

 

 

Etîket: binpêkirina mafên mirovanqedexeŞaxa ÎHDa ŞirnexêŞirnex
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

Li bajarên Kurdistanê bernameyên bişaftinê 

31 TEBAX 2025
Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

Gund bi gund digere û berikên kevn dikire

27 TEBAX 2025
‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

‘Li cihên ku ziman tê qedexekirin, em ê çawa qala aştiyê bikin’

21 TEBAX 2025
Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

Ayşegul Dogan: Divê axaftina bi kurdî bihata qebûlkirin

21 TEBAX 2025
Şaxa KESKê ya Şirnex nerazîbûn nîşanî TÎSê da

Şaxa KESKê ya Şirnex nerazîbûn nîşanî TÎSê da

13 TEBAX 2025
OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

OHDê bertek nîşanî astengkirina veşartina cenazeyê Tunç da

12 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (13)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne