Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney, cara yekem bi aşkereyî diyar kir ku di xwepêşandanên dawiyêde bi hezaran kes hatine kuştin.
Ayetullah Alî Xamaney, di axaftinekê de cara yekem qebûl kir ku di dema çalakiyan de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Xamaney sûcê pasdaran avêt stuyê çalakgeran û çalakger wekî “fitnekar” bi nav kir.
3 Hezar û 90 kes hatin kuştin
Li gorî daneyên Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ji 28ê Kanûnê ve ku xwepêşandan ji ber pirsgirêkên aborî û nexweşiya jiyanê dest pê kiribûn heta niha 3.090 kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku ji ber qutkirina înternetê li welat, gihîştina agahiyên zelal û piştrastkirî gelekî zehmet bûye.
Li Rojhilatê Kurdistanê tablo giran e
Her çend çalakî li seranserê Îranê belav bûne jî, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê wekî bajarên Sine, Mehabad, Seqiz û Ciwanroyê hêzên pasdaran bi çekên giran êrişî xwepêşanderên Kurd dikin. Tevî ku înternet hatiye qutkirin û agahî bi zehmetî dertên, rapor nîşan didin ku bîlançoya kuştinan her ku diçe giran dibe.
Xwepêşandanên ku di destpêkê de ji bo şert û mercên aborî dest pê kiribûn, di demeke kurt de guherîn bangên ji bo hilweşandina rejîmê.













