Rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê bi hinceta “ewlehî û şertên hewayî” destûr neda ku girtiyê siyasî Emîn Kalkan biçe şîna bavê xwe.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Mehmet Selîm Kalkan di 4ê Çileyê de jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Mehmet Selîm Kalkan li taxa Cûdî şîn hat danîn. Malbata girtiyê siyasî Emîn Kalkan ê ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Hejmar 2yan dimîne ji bo, Emîn Kalkan tev li şîna bavê xwe bibe serî li rêveberiya girtîgehê da. Rêveberiya girtîgehê ji malbatê re diyar kiriye ew ê li ser mijarê biryar bidin û li wan vegerin lê rêveberiya girtîgehê li malbatê venegeriya ye.
Li ser vê yekê parêzerên Emîn Kalkan îro bi rêya telefonê bi rêveberiya girtîgehê re axivî û rêveberiya girtîgehê bi hinceta, “ewlehî û şert û mercên hewayî” destûr neda ku Kalkan tev li şîna bavê xwe bibe.

Birayê serokê berê yê AKPê yê navçeya Cizîrê Tahîr Guven di 4ê Kanûna 2021an de li Cizîrê hatibû kuştin û piştî vê buyerê Wezîrê Karên Navxwe yê wê demê Suleyman Soylû, Emîn Kalkan hedef nîşan dabû. Piştî vê yekê Emîn Kalkan hatibû girtin û di 6ê Îlona 2024an de cezayê muebetê lê hatibû birîn.













