Êlih – Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren ku duh hatibû binçavkirin hate berdan.
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Veysî Akoren duh li Balafirgeha Êlihê hate binçavkirin. Akoren, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan ya Êlihê sewqî edliyeyê hate kirin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar hate kirin. Dadgeriyê, biryara berdanê da.