Îsal Komîteya Nobelê ya Norveçê ji ber têkoşîna xwe ya bibiyar a li dijî Serokê Dewleta Venezuellayê Nicolás Maduro, Xelata Nobelê da serkirdeya muxalefeta Venezuellayê Maria Corina Machadoyê. Wê jî xelata xwe diyarî baronê şer Serokê DYAyê Donald Trump kir.
Xelata Aştiyê ya Nobelê ya di çarçoveya Xelatên Nobelê de tên dayîn; ji kes, derdor an jî saziyên ji bo xwişk-biratiya gelan, kêmkirina çek û artêşan û ji kesên jî bo kongreyên aştiyê têdikoşin re tê dayîn. Xelat li ser mîrateya Alfred Nobel bi rêxistinkirina Wexfa Nobelê, her sal di salvegera mirina Alfred Nobel de, di 10ê Kanûnê de bi merasîmekê pêşkeşî xwediyên xwe tê kirin. Her sal Komîteya Nobelê ya Norveçê kesên layîqê Nobelê tên dîtin diyar dike û tevî madalyayê dîplomayê xelatê û çendekê pere jî ji kesê ku Nobelê girtiye re tê dayîn.
Aştîxwaz tên xelatkirin lê yên şer derdixin
Di beşên fîzîk, kîmya, tip an jî fîzyolojî, wêje, aştî û aborî bi giştî 6 beşan de Xelata Nobelê tê dayîn. Ji roja destpêkirina dayîna van xelatan heta îro gelek lêkolîner, kîmyager, bijîşk, aborînas û aştîxwazan ev xelata girtin. Balkêş e ku yên di van mijaran de cîhan ji mirov û giyanweran re kirine dojeh bi qasî xelatkirinê bi awayekî çalak nayên cezakirin. Îro hema bêje tevahiya welatên cîhanê bi rojevên şer, pevçûn, alozî, krîzên aborî, civakî, çandî re rû bi rû mane. Kesên ku dibin sedemên van pirsgirêkan gelo dê çawa, li gorî çi û bi kîjan mekanîzmayan werin cezakirin. Helbet hewldanên aştiyê ji bo pêşîlêgirtina şer û pevçûnan baş in lê belê ji bo encamgirtinê divê kesên dibin sedema şer û aloziyan baştir bên cezakirin da ku pêdivî bi xelatdayîna aştiyê nemîne.
Ji ber şer hene Nobela Aştiyê heye
Ji sala 1901ê ber bi îro ve 104 caran Xelata Aştiyê ya Nobelê ji 138 kesan re hate dayîn. Ji van 92 mêr, 19 jin û 27 jî sazî ne. Helbet xelatdayîna Nobelê divê wek pêşbirk neyê destgirtin. Ji bo xelat bên girtin hewldaên aştiyê nayên kirin, heke bên kirin jî dê ne ji bo aşiyê, bêhtir dê ji bo girtina xelatê were kirin. Mînak Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump xwe ji bo xelata Nobelê germ kiribû û îdia dikir ku ew hêjayî girtina xelatê ye. Ji bo vê yekê jî bi piranî dianî ziman ku ew şerê li Xezayê didome jî di nav de 8 şerên ku berdewam dikin bi dawî kiriye. Lê belê piştgiriya Amerîkayê ya dide şerên ku didome, çek û bombeyên difiroşe, aştiya civakan a ku ji bo çend mîlyar dolaran bi dest bixe û darbekarên ku piştgirî didê li ber çav in. Bi piştgiriya DYAyê Îsraîla li Xezayê, Colanî li Sûriyeyê, Tirkiyeya li Kurdistanê komkujî û qetlîaman pêk tîne. Baş e ku bîra civakan zindî ye û hezaran rojnamegerên derbarê van mijaran de rojane nûçeyan amade dikin.
Îranê xelatdayîna Nergîz Muhammedî şermezar kir
Aktîvîsta mafê mirovan û rojnameger Nergîz Muhammedî ji ber têkoşîna xwe ya li dijî zextên ser jinan û piştgiriya ji bo mafê hemû mirovan daye, ji hêla Rejîma Molla ya Îranê bi cezayê daravekirinê ve hat darizandin, di sala 2016an de hat girtin û 16 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Sala 2020an de hat berdan û careke din hat girtin û xistin girtîgehê. Nergîz Muhammedî di girtîgehê de derbarê bûyerên tacîz û tecawiza jinan de raporan amade dike, ji ber karûbarên dike gelek caran bi cezayên qemçiyê, astengkirina xizmetên cemaweriyê û derketina derve ve hat cezakirin. Tevî van helwestên rejîma Îranê, Nergîs Mûhammedî di girtîgehê de ji ber têkoşîna ji bo mafê hemû mirovan daye û piştgiriya wê ya ji bo azadiyê, di sala 2023yan de layîqê Xelat Nobelê hat dîtin. Li ser vê yekê Rejîma Îranê ev biryara xelatdayînê şermezar kir.
Îsal Komîteya Nobelê ya Norvêçê da zanîn ku Maria Corina Machado ya ji ber hewldanên xwe yên ji bo welatê wê aştî, wekhevî û demokrasiyê bi dest bixe hêjayî xelatê hat dîtin. Serokê Komîteyê Jorgen Watne Frydnes li Osloyê di merasîma xelatdayînê de got ku Maria Corina Machado salên dawî yek ji mînakên herî balkêş ên wêrekiya sivîl a li Amerîkaya Latîn e. Balkêş e Maria Corina Machado a Xela Aştiyê ya Nobelê girtiye, xelata xwe diyarî baronê şer Serokê DYAyê Donald Trump kir. Derket holê ku Maria Corina Machado di bernameyeke televîzyonê de ji Îsraîlê xwest ku mudaxileya leşkerî li welatê wê were kirin.
Aştîxwaziya ji bo gelan
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013an de peyama aştiyê şandibû û Kovara Time jî têkildarî vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di cîhanê de ji 100 kesên herî bi bandor yek îlan kir. Li ser vê yekê Parlamenterê Tevgera Goran Heval Kwêstanî ji ber banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Newroza 2013an, di sala 2014an de serî li Komîteya Xelatê ya Nobelê da û ev serlêdan hate qebûlkirin. Helbet tu aştîxwazên ji dil têkoşînê ji bo xelat û pêşbirkan nadin. Komîteya Nobelê jî di sala 2014an de ji ber têkoşîna li dijî rejîma Talîban û piştevaniya perwerdehiya zarokan, xelat da Malala Yousafzayê. Rêberê Gelê Kurd di sala 1993yan de, di dema komploya navnetweyî de, di pêvajoya Îmraliyê de bangên aştî û çareseriya pirsgirêka kurd kir, gelek caran ji bo çareseriyê agirbest îlan kir û xwest diyalog were avakirin. Herî dawî di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, banga xwefesixkirinê ji PKKê kir û PKKê jî kongreya 12emîn pêk anî, xwe fesix kir û biryara berdana têkoşîna çekdarî da. Têkildarî vê yekê 88 kesên ku Xelata Nobelê girtine piştgirî dan ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’. Gelek Feylesof, serokdewlet, akademîsyen, dîroknas, hunermend, rewşenbîr û hwd. jî piştgirî dan vê bangê.
Dibe ku gelê Kurd aştiyê diyarî gelan û cîhanê bike
Kurd û gelên li Rojhilat Navîn ev demeke dirêj e ji ber polîtîkayên nijadperest û netewe dewlet di nava şer û qeyranan de ne. Ne pergala netewedewletan ne jî mekanîzmayên ku hatine avakirin heya niha ji kûrkirina pirsgirêkên bêhtir rolekê nelîstin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektîfa xwe ya pêşkeşî Kurd û gelên li Rojhilata Navîn dike balê dikêşe ser pirrengî û havkariya gelan. Tevî vê yekê di 27ê Sibatê de bang li PKKê kir heya niha, ji aliyê hiqûqî ve tu gav nehatine avêtin, tecrîd bi dawî nebûye, di piştgirya xwe ya Aştî Civaka Demokratîk de paş de gav neavêt. Ne ji bo xwe lê ji bo galan azadiyê xwest û di vê daxwaza xwe de israr kir. Têkoşîn û Rêxistinbûna gelê Kurd dê encama vê pêvajoyê diyar bike. Dîrok şahide ku heya niha li tu welatan aştî bi xelat an jî pêşbirkan pêk nehat, li şûna wê têkoşîn û berxwedanan gelan aştî û demokrasiyê bi dest xistin. Xelata tê dayîn jî tenê ji bo pêşengtî û helwesta aştîyane tê dayîn. Gelê Kurd dibe ku vê sedsalê aştî û demokratîkbûna pêk bîne, vê yekê bi dewletê bide qebûlkirin, aştiyê diyarî gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê bike.