Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) bi merasîmekê hatin dayîn.
32emîn Xelatên Rojnamevaniyê yê Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ku ji bo bîranîna Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20ê Îlona 1992an de ji aliyê JÎTEMê ve li Amedê hat qetilkirin tê dayîn, li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoyê merasîm hat lidarxistin.
Aktîvîstên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Buroya Hiqûqê ya Asrin, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), hejmareke zêde ya rojnamevan û gel beşdseî merasîmê bûn. Malbatên xebatkarên çapemeniya azad Çetîn Abayay, Nazîm Babaoglû, Burhan Karadenîz, Nûjiyan Erhan, Necmettîn Salaz, Engîn Kişîn, Kemal Kiliç, Mazlum Erencî, Azîz Koyluoglû, Nesrîn Teke, Rohat Aktaş, Huseyîn Denîz, Orhan Karaagar, Nazim Daştan, Metin Goktepe jî amade bûn.
Pankarta “Bîranînên wan rêya me ronî dike” li hola ku merasîm lê hate lidarxistin hate daliqandin, wêneyên Mûsa Anter û Gurbetellî Ersoz û xebatkarên din ên çapemeniya azad ên ku ji salên 1990î hatine qetilkirin hatin daliqandin. Pêşangehek wêneyên ku ji arşîva çapemeniya azad hatine berhevkirin jî li ber deriyê holê hate danîn.
Xelata beşa Tirkî
Di beşa nûçeyên Tirkî de bi xebata Welatê Xeribiriyêye xelat dan Adem Ozgur yê ji Bîr+Bîr Espressê. Xelat ji aliyê parêzeriya Buroya Hiqûqê ya Asrin ve hat dayîn.
Xelata Juriyê ya Taybet a di beşa Tirkî de jî bi nûçeya Yên li qerekola Mezîtlî hatin jiyîn bi xof bûn dan Cengîz Karagoz yê ji Halk Tv. com.tr Cengîz karagoz.Xelat ji aliyê Zeynep Çelîk a ji Însiyatîfa Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye ve hat dayîn.
Xelata nûçeya bi dîmen
Xelata di beşa Nûçeya bi Dîmen de jî ji bo roportaja li Welat îşkence ya ku Tunca Ogreten û Murat Baykara yên ji Voys Medîayê bûn hat dayîn. Xelat ji aliyê Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar ve hat dayîn.
Di beşa wêneyan de xelat ji bo wêneyê bi navê Koç ya Zana Denîz hat dayîn. Xelat ji aliyê Engîn Cengîz yê NÇMê ve hat dayîn.
Di beşa karîkatorê de xelat dan karîkatora bi navê Ne qedere a Nurî Dogan. Ji Kovara modernîteya Demokratîk Rojda Erez xelat hat dayîn. Xelata Taybet a Juriyê ya di Beşa Karîkatorê de jî ji bo girtî Mahmut Ulusan hat dayîn.
Elfazî Toral: Jin Jiyan azadî
Di beşa Nûçegihaniya Jinê de jî Xelata Taybet a Juriyê ji bo nûçeya gav bi gav têkoşîna aştiyê ya nûçegîhana JINNEWSê Elfazî Toral hta dayîn. Xelat aktîvîsta TJAyê Hatîce Başkale da. Elfazî Toral di merasîê de axivî û da zanîn ku ew li hember şehîdê çapemeniya azad rêzdare. Elfazî Toral got: “Tevî hemû zextan emê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê şopdarê heqîqetê bin. Jin jiyan azadî.”
Xelata rumetê jî ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştaş ku hatin qetilkirin, hat dayîn. Xelat dan malbatên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan. Rojnameger Endem Onder û Huseyîn Kalkan xelat dan malbatan.
Şeva xelatê bi stranên Koma Vejîn bidawî bû.