Xelkê Girkê Legê bang li her kesî kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yekîtiyê xurt bikin û piştgiriyê bidin HSDê.
Li bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê bi sedan kes ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û şermezarkirina êrişên Tirkiyeyê li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan. Meş ji Çerxerêya Şehîd Xebat ve dest pê kir û li tevahî kolanên sereke geriya. Li sûka navendî meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Ebduselam Birces axivî û got: “HSDê hêza yekane li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û parastina gelê Sûriyeyê kir.” Abduselam Birces bang li tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb û Suryanên wê kir ku yekitiya xwe xurt bikin û piştgiriyê bidin parêzvanên xwe HSDê.
Meş bi diruşmên “Bijî HSD” û “Em hemû bi HSDê re ne” bi dawî bû.