Xelkê bajarê Kobanê salvegera 10emîn a azadkirina bajarê xwe û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
Bi hezaran kes ji xelkê Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî salvegera 10emîn a azadkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de alên HSDê, YPGê û YPJê û wêneyên cangoriyan hatin hildan û bê navber dirûşmên “ Bijî berxwedana Kobanê” û “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana QSDê” hatin berzkirin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan dest pê kir. Piştre ji Rêveberiya Xweser Cîgira Hevserokatiya Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn û ji Fransa, Bîtanya û Îtalyayê gelek parlamenter û siyasetmedar axivîn.
Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê mîsoger bikin.
Axiveran anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.
Di şahiyê de hunermendên TEV-ÇANDê û Hîlala Zêrîn stran gotin û coş û peroş dan şahiyê û welatiyan li ber stranan govend gerandin.