Şirnex – Hevserokê PYDê Xerîb Hiso yê ku bi şandeyekê serdana başurê Kurdistanê kir û bi partî û hêzên civakî re hevdîtin kir, anî ziman ku hevdîtinên wan baş derbas bû ne û got: “Di demên pêş de jî çûyin û hatina me wê bidome. Ew hevdîtinên ku me kirine dibe ku ji bo sererastkirina sînor bibe bingehek.”
Êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê berdewam dikin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişan seferberî ragihand û di vê çerçovê de gel jî ji bo xweparastinê daketin qadan. Ji aliyê din ve jî di qonaxa nû ya Sûriyeyê de ji bo mafê Kurdan bê parastin û destkeftiyên herêmê bên mîsogerkirin xebatên yekitiya Neteweyî ya Kurd didome. Di çerçoveya xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd de şandeya ku ji Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) pêk tê serdana başurê Kurdistanê kir û li wir bi hêz û partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Hevserokê PYD Xerîb Hiso ku di nav wê şandê de cih digirê tekildarî hevdîtinên ku pêk anîne ji Ajansa Welat re axivî.
Xerîb Hiso anî ziman ku weke hemû aliyên Kurdistanê herêma başurê Kurdistanê ji bo wan girîng e û ji ber wê wan pêwistî bi serdaneke bi vî rengî dît. Xerîb Hiso bi lêv kir ku wan li başurê Kurdistanê serdana partî û rêxistinên civakî kir û wiha got: “Me xwest rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi giştî rewşa nû ya Suriyeyê bi partî û rêxistinên civakî re nîqaş bikin. Gelek hevdîtinên me jî li Başurê Kurdistanê çêbûn. Encamên baş jî di van hevdîtinan de derketin. Ji bo em hemû partiyan bibînin wextê me zêde tune bû. Lê di demên pêş de jî çûyin û hatina me wê bidome. Ew hevdîtinên ku me kirinê dibe ku ji bo sererastkirina sînor bibe bingehek. Çûyin û hatin dibe ku li ser xeta Semelkayê jî bandor bike. Di vê pêvajoyê de pêdiviya Kurdan bi hev heye. Pêdiviya piştgiriyê û rihê Kurditiyê heye. Divê em nakokiyên xwe dînin aliyekî. Bi vê armancê me serdana Başur kir. Encamên baş ên hevdîtinê jî di demên pêş de wê derkevin.”
‘Sedsalek bi êş derbas bû divê ew sedsal jî bi êş derbas nebe’
Heyetê bi însiyatîfên gel, rewşenbîr, partiyên siyasî yên weke PDKa Îranê, endamên KNK re hevdîtin kirin û hevdîtinên wan 3 rojan berdewam kir. Xerîb Hiso destnîşan kir ku pêdiviya wan bi yekitiya neteweyî ya Kurd heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dagirkeriya Tirkiyeyê li ser herêmê û xetereyên wê hene. Mabesta me ew bû ku hêz û partiyên li başur jî li dijî vê dagirkeriyê bi mîtîng û çalakiyan helwesta xwe nîşanî Tirkiyeyê bidin. Her wiha di parlamentoya Irak û Kurdistanê de roleke mezîn bilîzin. Wan jî gotinên me û nîqaşên me weke erkeke neteweyî dîtin. Encama van hevdîtinan jî wê di pratîkê de xuya bike. Her 4 partî dikarin werin cem hev daxuyaniyên hevpar bidin. Em di demeke ciddî re derbas dibin. Sedsalek bi êş derbas bû divê ew sedsal jî bi êş derbas nebe. Şikandina îradeya Rojavayê Kurdistanê şikandina îradeya hemû Kurdistanê ye. Ji ber wê sedsala li pêşiya me sedsaleke girîng e. Pêwiste gelê Kurd di vê qonaxa nû de bibin şîrikê avakirina Sûriyeyeke hevbeş. Nîqaşên me li ser van xalan pêk hatin.”
‘Armanca Tirkiyê xwe bigihînê kampa Holê û girtiyên DAIŞê serbest berdin’
Xerîb Hiso helwesta partiyên ku bi wan re hevdîtin kirin jî parve kir û wiha got: “Êrişên ku tên kirin bi armanca lawazkirina îradeya gele Kurd pêk tên. Êrişên qirkirin û talanê ne. Partiyên Kurd jî wê yekê dibinin û bi bertek in. Roja ku Esad ket di heman wextê de êrişî herêma me kirin. Mabest ew bû ku di Sûriyeya nû de em nebin şîrik û Sûriye nebe welatekî demokrat. Ji aliye din ve jî derbasî nava Sûriyeyê dibe. Li gor pêymanên navdewletî jî ew yek sûc e. Rejîmek ket û piştî wê hezeka ku di hemû lîsteyan de teror tê binavkirin anîn ser desthilatdariyê. Tirkiye jî bi wan re dimeşe. Ew yek xetere ye. Aliyên Kurdistanê yên Başur jî vê xetere dibînin û li dijî vê yekê ne. Diyalogên ku Tirkiye pêş dixe diyalogên şer in. Tirkiye armanc dike xwe bigîne kampa Holê û girtiyên DAIŞê serbest berde. Armanca wan a sereke jî mîsak-i Millî ye. Lê Tirkiye nikarê wê yekê pêk bîne. Kurd di vê qonaxa nû de pir hesap tevdigerin û ya girîng jî ji bo yekitiyê helwesta partî û civakê ye.”
‘Rojava xwedî destkêftiyeke mezin e û divê em vê destkêftiyê biparêzin’
Xerîb Hiso di berdewama axaftina xwe de balkişand ser xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd û wiha pê dê çû: “Di çerçoveya avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd de komxebat û civîn berdewam dikin. Hem bi partiyên Kurdî yên di hundirê Rojava de, hem jî bi yên dervayî Rojava re hevdîtin jî pêktên. Çavê gel jî di vê pêvajoya avakirina yekitiya netewî ya Kurd e. Lê mirov bixwaze naxweze jî di navbera aliyan de nakokî hene. Nakokiyên heyî dibe sedem ku avakirina yekitiya neteweyî derengî dixe. Heke di vê pêvajoyê de em li ser nakokiyên hevdû bisekinin di avakirina yekitiya neteweyî de em ê dereng bimînin. Ew şaştî û kêmasiyê. Divê em niha li ser avakirina yekitiya xwe bisekinin û nokokiyên heyî di vê pêvajoyê de nexin rojeve. Em bi yekitiyeke neteweyî tevbigerin ku di vê pêvajoyê de ji bo hemû Kurdistanê bibin bersivek. Rojava xwedî destkeftiyeke mezin e û divê em vê destkeftiyê biparêzin.”
‘Di demeke pêş de bi beşdariya aliyên siyasî û civakî ve komxebatek bê li darixistin’
Xerîb Hiso anî ziman ku ji ber hişmendiya desthilatê yekitiya neteweyî ya Kurd bi derengî dikeve û ev tişt gotin: “Gel yekitiyê dixwaze. Yekitiya Kurdan tenê bi partiyan pêk nayê. Bi rêxistinên jinan, civakî, civanan û bi tevahiya gel pêk tê. Lê dema em van hemûyan bidin aliyekî û tenê bi partiyan ve girê bidin kêm dimîne. Lê hinek partî hene van beşên civakê nabîni, înkar dikin. Partiyên ku van beşên civakê qebûl nake wê yekitiya netewî çawa çêbibe? Divê partî ne li gor desthilatdarî û berjewendiya xwe lê li gor pêdiviyên gel tevbigerin. Ji bo partiyek pêdiviyên vê civakê pêkbînê divê ew partiya beriya hertiştî hişmendiya wekhevî, demokratik û edaletê ava bike û hemû beşên civakê hembêz bike. Bi vê yekê yekitî temam dibe û yekitî xurt dibe. Lê dema ku beşên civakê yên din bên înkarkirin bi tenê partiyan yekitî çênabe. Pirsgirêk di vir de dertê. Hinek partî hene ku hişmendiya wan a desthilatdariyê û di bin bandora hinek dewletan de ye û nokokiyên xwe dixin nava xebatên yekitiyê û derengiyê dixînin. Ew heviyên gel ên yekitiyê dişkînin. Lê hewldanên mezin tên kirin. Di demeke nêz de bi beşdariya aliyên siyasî û civakî ve komxebateke mezin bê li darixistin û biryarên dawî derkevin. Niha xebatek li ser vê yekê tê kirin. Kî beşdar bibe wê di nava yekitiyê de cih bigrê neyê jî nagre. Ne pêkan e ku di vê qonaxê de yekitiya Kurd çênebe. Em jî nahêlin ku ew qonaxa wisa rihet ji destê me biçe. Em ê hevdîtinên xwe berdewam bikin.”