Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDa Amed û Êlihê di çalakiyên xwe yên vê hefteyê de li aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam ên hatine windakirin pirsin.
Amed
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di çalakiya xwe ya hefteya 886emîn de tevî barana dibarî li aqubeta Bedrî Alagam pirsîn.
Xizmên Windayan û Rêveberê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi daxwaza winda bên dîtin û kujer bên darizandin li pêşberî Bîrdariya Mafên Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 886emîn de çalakiya xwe ya heftane domandin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hate rakirin. Xizmên Windayan, nûnerên saziyên sivîl û Rêveberên İHDê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya hefteya 886emîn de aqubeta Bedrî Alagam ê ku herî dawî li navçeya Sûra Amedê di Kanûna 1995an de hatiye windakirin hat pirsîn.
‘Dê têkoşîna me bidome’
Sekreterê ÎHDa Amedê Firat Akdenîz anî ziman ku heya windayê dawî tê dîtin ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û ev tişt gotin: “Çi astengiya ji me re derxin, çi dikin bila bikin 30 sal e em li vir in, em naçin jî. Heya winda neyên dîtin em destê xizmên xwe bernadin. Birîna me birîneke kûr e, xedar e. Bila baş bê zanîn heya windayê me yê dawî neyê dîtin em ê doza wan, aqubeta wan bipirsin.
‘Tu agahiyek ji Bedrî Alagam nehat girtin’
Endamê ÎHDê ya Şaxa Amedê Yahya Polat çîroka windabûyina Bedrî Alagam xwend û anî ziman ku Bedrî Alagamê bavê 4 zarokan eji ber ku cerdevaniyê qebûl nake di sala 1990 da ji gundê Gomanê koçî Amedê dike û ev tişt gotin: “Bedrî Alagam li nêzî bazara mastfiroşê kargeha qiratxanê dixebitî. Di 25ê Kanûna sala 1995da li nêzî kargeha xwe kesê bi navê Olcay dibîne ku bi çekê hatiye birîndarkirin. Piştî ku polîs tên cîhê buyerê; Alî Gunbay,Seyfetîn Gunbay û Mesûdê ku paşnavê wî ne diyare binçav dikin. Di heman rojê saet di 10’an de polîs Bedrî Alagam jî binçav dikin û piştre wî berdidin. Êvarê dîsa polîs tên û pirsan ji Bedrî Alagam dikin. Di heman şevê saet di 22.30an da dîsa polîs wî binçav dikin. Xebatkarê wî yê bi navê Abdulrezzak Gungormuş agahiyê dide malbata wî. Ji ber wê buyerê, leşker di nava rojê de diçin gundê Şimşimê ya Hezro yê. Ferîd Akçe û Garîp Eker jî binçav dikin. Ji ber ku Ferîd Akçe cerdevane êvarê tê berdan. Malbata Bedrî Alagam, bi daxwazname kê serî li muduriyeta ewlehiyê dide. Di bersîvê de divên “me Bedrî Alagam berdaye” û daxwaznameya wan nakin kirariyê.”
‘Derbarê Bedrî Alagam de tu nivîs nînin’
Yahya Polat diyar kir ku piştî 6 rojên ser buyerê ji xeynî Bedrî, 4 kesan derdixin dozgeriyê ofîsê û wiha bi lêv kir: “Seyfetîn Gunbey û Mesûd jî tên girtin. Alî Gunbey û Garîp Eker tên berdan. Malbata Bedrî Alagam bi wan re hevdîtinê çêdike. Alî û Garîp dibêjin ‘Em û Bedrî li heman derê di binçav de bûn. Ji ber îşkenceya zêde rewşa Bedrî xerab bû û ew ji me veqetandin. Malbata Bedrî Alagam di 27 Sibatê de 1995an de serî li Komeleya Mafên Mirovan a Amedê didin û alîkariyê daxwaz dikin. Saziya me jî serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ê dide. Parêzerên saziya me di lêkolîna xwe de rastî binçav kirina nivîsa Bedrî Alagam tên, lê belê rastî berdana nivîsa Bedrî Alagam nayê û nabînin. Jê pê re, parêzer di lêkolînê de binçav girtina Bedrî Alagam di haziriya tehqiqeta Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de navê wî heye û paşê dibînin di navnivîsa de, ser navê wî hatiye xêzkirin. Malbata Bedrî Alagam di 27 Sibata 1995an de serî li ÎHDa Amedê didin û alîkariyê daxwaz dikin. Saziya me jî serî li DMME ê dide. Parêzerên saziya me di lêkolîna xwe de rastî binçav girtina nivîsa Bedrî Alagam tên, lê belê rastî berdana nivîsa navê Bedrî Alagam nayê û nabînin. Jê pê re, parêzer di lêkolînê de binçav girtina Bedrî Alagam di haziriya tehqiqeta DGMê de navê wî heye û paşê dibînin di navnivîsa da,ser navê wî hatiye xêzkirin. Piştî van geşedanan malbata Alagam serî li AİHM ê dide û heta îro agahiyek ji Bedrî Alagam ne hatiye girtin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya bi deqeyekê bi dawî bû.

Êlih
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn û di hefteya 722yemîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda werin dîtin û kujerên wan bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê vê hefteyê aqûbeta Gulistan Dokû ya ku di 5ê Çileya 2020an de hatibû windakirin pirsîn. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê, parastvanên mafên mirovan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin rakirin. Metna çapemeniyê Endama ÎHDê Sohbet Arslan xwend.
Buroya sûc: Ji Pira Dînarê tiştek nehatiye avêtin
Sohbet Arslan anî ziman ku 6 sal li ser windabûna Gulistan Dokû ya 21 salî re derbas bûn û wiha got: “Gulistan Dokû xwendekara sala duyemîn Zanîngeha Dêrsimê bû ku ji 5ê Çeleya 2020an ve winda ye û hê jî tu agahî jê nahetiye girtin. Lêpirsîna ku ji hela Serdozgeriya Komarê ya Tûnceliyê ve hatiye destpêkirin li ser îhtîmala xwekuştinê disekine. Lêgerîna ku ji 7ê Çileyê ve li gola bendavê dest pê kir, heta 23yê Mijdarê bi navber berdewam dikir. Lê tu encam nehatin bidestxistin. Buroya Sûc ragihand ku li Pira Dînarê tu tişt nehatiye avatên.”
‘Lêpirsînek bi bandor nehat kirin’
Di dawiya axaftina xwe de Sohbet Arslan da zanîn ku ji bo Gulistan Dokû were dîtin gelek hewldan pêk anîne û wiha got: “Heta îfadeya Zaynal Abakarov ku gumanbarê sereke yê windabûna Gulistan tenê çend roj piştî bûyerê û piştî nerazîbûna raya giştî hatiye girtin û paşê ew hatiye berdan. Berî ku lêpirsîn biqede di 7ê Adara 2020an de doz li Aygul Doku ya xwişka Gulistan Dokûyê derbarê gumanbarê sereke Zaynal Abakarov, bi tohmeta “zirardayîna milkê” hatiye vekirin.”
Daxuyanî piştî deqeyeke çalakiya rûniştinê bi dawî bû.























