• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    Li Amedê belgefîlma ‘Terazûya Şikestî’ hat temaşekirin

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    MSD: Bi lez alîkariyê bigihînin koçberên li wargeha Hesekê

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Cejna Newrozê li Parka Şêxşamîl jî bicoş hate pîrozkirin

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Amedê ji bo Yilmaz Piling mewlûd hat dayîn

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

    Li Şankûşê cara yekemîn agirê Newrozê hate pêxistin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan li Êlihê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn

Êlih / AW

7 SIBAT 2026 - 14:14
Kategorî: ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDa Êlihê vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê ku di 20ê Sibata 1994an de li navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê hatibû windakirin, pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 723yemîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê li aqubeta Cuneyt Aydinlar pirsîn. Di çalakiyê de Rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di destpêka salên 90î de ji Amedê ji bo xwendina zanîngehê çûbû Stenbolê û hatibû windakirin, pirsîn. Cuneyt Aydinlar xwendekarê Fakulteya Aborî ya Zanîngeha Stenbolê di pola 3yan de dixwend. Ew di 20ê Sibata 1994an de ji bo ku bi hevalekî xwe re bê gel hev çûye rawestgeha Omurê ya li navçeya Bakirkoyê û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin.

Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê rêveberê ÎHDa Êlihê Alî Karadogan ve hate xwendin.

‘Em ê di lêgerîna adalet û rastiyê de bi israr bin’

Alî Karadogan bi bîr xist ku Cuneyt Aydinlar di 20ê Sibata 1994an de hatiye girtin û heta 2ê Adara 1994an ew di binçavan de dimîne û wiha got: “Cuneyt Aydinlar di binçavan de bi îşkenceya giran re rû bi rû maye. Di 2yê Adarê 1994an de ji aliyê şeş polîsan ve ku gotibûn, ‘Tu amade yî ku bimrî? Tu diçî mirinê!’ hatiye revandin. Ji wê demê heta niha tu agahî jê nayê girtin. Dozgera Komarê li şûna ku bûyerê lêkolîn bike, senaryoya ku reviyaye ya polîsan esas girt û biryara girtinê derxistiye. Bi sedema hinceta demboriyê hewceyî vekirina dozê nehat dîtin. Mixabin, dewlet heta îro ne pergalek edaletê ya ku bikaribe rewşa kesên di binçavan de hatine windakirin zelal bike, nedaye avakirin. Kesên ku ji wan windayan berpirsiyarin divê bi sûcê li dijî mirovahiyê li ber dadgehê hesab bidin. Rayedar û berpirsiyar bêdeng man lê em ê bêdeng nemînin. Em ê di lêgerîna edalet û rastiyê de bi israr bin. Tişta ku dixwazin were windakirin, mirovahî ye. Ji ber vê yekê em ê her dem li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin.”

Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: ÎHDa ÊlihêXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Nurrettîn Turgut pirsîn

14 ADAR 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026
Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

7 ADAR 2026
Xizmên Windayan: Heta winda neyên dîtin aştiya rasteqîn jî ne pêkan e

Xizmên Windayan: Heta winda neyên dîtin aştiya rasteqîn jî ne pêkan e

21 SIBAT 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

7 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    Xelatên pêşbirka çîrokên jinan a Rojîn Kabaîşê hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd bi cil û bergên xwe ve tê naskirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Binevş Agal : Li Kurdistanê jiyan jî mirin jî xweş e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çelenga Newrozê Zekiye Alkan : Çareya li dijî bêçaretiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanan civîna ‘Siberoja Azad’ li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Her sal Keleha Wanê dibe cihê berxwedana Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (583)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne