• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Amed di nava mijê de ma

    Amed di nava mijê de ma

    ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Lêkolîner Ezîzê Cewo: Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Fîlozof John Holloway: Ez li pey ronahiya Ocalan hatime vir

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

    Bi girseyî çûn şîna HPGiyan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li 4 navendan çalakî pêk anîn

Navenda Nûçeyan / AW

21 KANÛN 2024 - 17:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Xizmên windayan li 4 navendan çalakî pêk anîn û eqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn. Xizmên windayan anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” berdewam kirin.

Amed

Şaxa ÎHDê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 828an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya navçeya Rezan a Amedê hatin cem hev. Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û kesên ji ber bûyerên kiryar nediyar jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin, pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” jî di çalakiyê de hat hilgirtin.

Di çalakiyê de kiryarên Îhsan Haran ê di 25ê Kanûna 1994an de di girtîgehê de hat windakirin hatin pirsîn.

‘Tenê doza nasnameya xwe kir’

Hevjîna Îhsan Haran Nesîbe Haran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku Îhsan Haran tu sûc nekiriye û tenê ji ber ku doza nasnameya xwe kiriye hatiye sûcdarkirin. Esîbe wiha berdewam kir, “Divê dewlet vê yekê baş bizane, em ne li hemberî wê serî ditewînin û ne jî dest ji doza xwe berdidin. Wî tu sûc nekir, tenê ji bo nasnameya xwe têkoşîn da. Kurd çi bikin sûc tê hesibandin û tên windakirin. Ez li kujerê wî digerim, ez dixwazim kujer wî bê cezakirin.”
Daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê endamê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz ve hat xwendin.

Çalakî piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colêmerg

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 154an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê li kolana hunerê hatin cem hev. Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Geverê, Hevşaredarên Geverê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de gel ji bo Eyûb Karabey û Mahîr Karabey ên di sala 1995an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn qetilkirin, li kolana hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bû.

‘Em dixwazin kujerên Nazim û Cîhan bên dîtin û darizandin’

Daxuyaniya têkildarî çalakiyê ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Ozan Akbaş, anî ziman ku Nazîm Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Rojava rojnamegerî dikirin dema ji nûçeyê vedigeriyan ji aliyê balafirên bê mirov ve hatin qetilkirin û got, “Em weke parêzvanên mafên mirovan vê êrîşa giran a li dijî azadiya gelan şermezar dikin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn wê her tim wekî parazvanên kevneşopiya Apê Mûsa di dilê me de bijîn. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de berpirsên kuştina Nazim û Cîhan bên dîtin û darizandin.”

Hatin îşkencekirin û qetilkirin’

Piştre Ozan Akbaş çîroka Mahîr Karabey û Eyûb Karabey ên 29 sal berê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi darê zorê hatin binçavkirin û bi îşkenceyê hatin qetilkirin vegot û Mahîr Karabey wiha got, “Bi şev bi hevalên xwe Arafat Tek û Mehmet Ertunç re ji bo biçin malê ji qahwexanyê derketin. Dema ku nêzî mala xwe bûn, maşîna spî ya marka Toros a bi plaqeya 21 rê li ber wan girt. 4 kesên bi cil û bergên sivîl ji wesayîtê derketin, nasnameya wan kontrol kirin, Mahîr Karabey û Eyûb Karabey bi zorê li maşînê siwarkirin û dûr ketin. Arafat Tek û Mehmet Ertunç bûn şahidê vê bûyerê. Her wiha danê êvarê Arafat Tek û Mehmet Ertunç jî ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Çelê ve hatin binçavkirin û roja din hatin berdan.”

‘Em ê lêgerîna edaletê bidomînin’

Ozan Akbaş diyar kir ku bav Recep Karabey piştî windakirina zarokên xwe cihek nema ku serî lê nedaye û dosya ketiye ber demboriy. Lê em îro ji vir careke din bang li rayedaran dikin û dibêjin; bila eqûbeta Eyup û Mahîr Karabey bê eşkerekirin û kujer hesap bidin. Em ê piştî bavê wan Recep Karbey lêgerîna edaletê ji cihê mayî bidomînin.”

Piştre, çalakî bi rûbiştinê bi dawî bû.

Elih

Li Êlihê, ÎHD û xizmên windayan di hefteya 664an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstanê hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a Êlihê, rêveberên Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi malbatên ku xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de winda kirine (MEBYA-DER) û endamên Meclîsa Kedê ya Êlihê û Platforma Demokrasiyê beşdarî çalakiyê bûn.

Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Êlihê Huseyîn Elçî jî diyar kir ku ew ê aqûbeta windayan bipirsin û wiha got: “Em parêzvanên mafên mirovan 664 hefte ne li van qadan ji bo lêgerîna heqîqet û edaletê bi xizmên windayan re ne û wêneyên mirovên me yên di bin çavan de hatin windakirin û di encama kuştinên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dan di dest me de ne. Heta aqûbeta windayan neyê diyarkirin em ê li qadan bin.

Piştre jî di çalakiya vê hefteyê de Huseyîn Elçî çîroka Taybet Înan a ku di 19’ê Kanûnê de dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Çileya 2015an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin de dewam kir ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê mabû xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Îzmîr

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku ji du hefte carekê li dar dixe, li ber Sûmerbanka kevin a navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiya ku gelek kes lê amade bûn de pankartên “Winda wijdan in, wan biparêzin” û “Kiryar diyar in, winda li ku ne” hat vekirin. Di Çalakiya vê hefteyê çîroka Îsmaîl Bahçecî yê ku di 24ê Kanûna 1994an de li Stebolê hat windakirin hat vegotin û qebûbeta wî hat pirsîn. Çîroka Îsmaîl Bahçecî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Ahemt Çîçek ve hat xwendin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Amed di nava mijê de ma

Amed di nava mijê de ma

8 KANÛN 2025
Mîhrîcana Muzîkê dest pê dike: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe

Mîhrîcana Muzîkê dest pê dike: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe

8 KANÛN 2025
Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

Orhan Sakçî: Wêje dikare civakê ji nû ve ava bike

8 KANÛN 2025
Kameraya wî çeka wî ya li dijî asîmîlasyonê ye

Kameraya wî çeka wî ya li dijî asîmîlasyonê ye

8 KANÛN 2025
ROJEVA 07ê KANÛNA 2025an

ROJEVA 08ê KANÛNA 2025an

8 KANÛN 2025
Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

7 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (121)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne