• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Fûad Husên: Hewlêr bi zêdetirî 70 drone û mûşekan hatiye hedefgirtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Şaredarê Boluyê Tanju Ozcan hat girtin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Koma Amed dê tevli Newroza Stenbolê bibe

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Trump: Ez ji bo şandina leşkeran bo Îranê dudil nabim

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

    Mazlûm Ebdî bi telefonê bi Mesûd û Mesrûr Barzanî re axivî

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan vê hefteyê jinên hatine windakirin bi bîr anî

Amed / AW

22 MIJDAR 2025 - 14:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Amedê di hefteya 876emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de bi boneya 25ê Mijdarê li aqûbeta jinên hatine windakirin û kuştin pirsîn.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 876emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xist. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHDê û Xizmên Windayan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredarên Peyasê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Komeleya 78an, TUAY-DER, MEBYA-DER, TOMMOB, OHD, Egîtîm Sen û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn wêneyên kesên ku hatine windakirin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Makbûle Okten a ku di sala 1991an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hatibû windakirin û piştî 18 salan di encama xebatên rêyan de rastî hestiyên wê hatibûn pirsîn.

Vê hefteyê di şexsê Makbûle Okten de bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li aqûbeta gelek jinên ku ji aliyê dewletê ve hatine windakirin û qetilkirin hate pirsîn.

Rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî beriya metna daxuyaniyê bê xwendin axivî û got: “Em hemû jinên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî wan bi bîr tînin. Ji bo ku faîlên wan bêne darizandin ji aliyê edaletê ve çi destê me em ê bikin.”

Metna vê hefteyê ji aliyê Endama Komîsyona Windayan a ÎHDê Halîme Bayram ve hate xwendin.

Di metna vê hefteyê de bi boneya 25ê Mijdarê li aqûbeta van jinan hate pirsîn:

* Em ji bo Makbule Okden a ku piştî 18 salan hestiyên wê di dema çêkirina rê de, di sala 1991î de li Cîzîrê hatin dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Bedriye Gumuş, ku di 17ê Sibata 1992yan de dema ku leşkeran gule li ser mirovên ku li dijî zextên li ser wan ên ji bo bibin cerdevan li Nisêbînê protesto dikirin, jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayten OztUrk, ku cenazeyê wê ji îşkenceyê nedihat naskirin di 14ê Tebaxa 1992yan de 8 roj piştî ku di 27ê Tîrmeha 1992yan de li Dêrsimê hate girtin, li Kartepe, Karşıyaka, Xarpêtê hate veşartin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ridda Yavuz, ku bi du kesên din re li Dêrika Mêrdînê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Sedika Dal, ku di Îlona 1993yan de li Taxa Selahaddîn Eyyubî ya navçeya Nisêbînê ji aliyê Hîzbullahê ve bi kîsikê li serê wê hat revandin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hamîde Şarli, ku di 24ê Kanûna 1993yan de ji aliyê leşkeran ve ligel birayê xwe Ramazan ji mala xwe ya li gundê Wanika yê Tatwan a Bedlîsê hat binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik, Gulîzar Serîn û keça wan a 3 salî, Dîlek Serîn ku piştî operasyona leşkerî ya di 24ê Îlona 1994an de li gundê Mirikê Dêrsimê hat destpêkirin careke din jê agahî nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Lutfiye Kaçar ku piştî girtina wê di 5ê Cotmeha 1994an de li Stenbolê careke din agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulnaz Tatu û Kadriye Tatu yên ku di 17ê Cotmeha 1994an de dema ku li ser platoya gundê Ortaç, Haskoy ên Mûşê heywanên xwe didoşin di nav operasyoneke leşkerî de asê man û careke din tu agahî ji wan nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Ayşenûr Şîmşek ku di 24ê Çileya 1995an de li Enqerê hate binçavkirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê yê îşkencekirî wekî “keseka nenas” li Goristana Bênav a Kirikkaleyê hate dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Şîmşek ku di Gulana 1995an de li navçeya Bismilê ya Amedê hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin.!
* Em ji bo Şukran Daş, ku di 7ê Îlona 1996an de di serdegirtina polîsên sivîl ên Daîreya Polîsan a Amedê de li ser malekê li navçeya Rezana Amedê hate girtin û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Hatîce Atalay, ku di 10ê Îlona 1996an de dema ku polîsan li zeviyê kîlometreyek dûrî mala wê gulebaran kirin hate kuştin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Fahriye Mordenîz ku di 28ê Mijdara 1996an de bi hevjînê xwe Mahmut re li Amedê hate girtin û du sal şûnda wekî “keseke nenas” li Goristana Cîzre Asrî weke keseke bêkes hate veşartin, lê gora wê hîn jî nehatiye dîtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Zozan Eren, ku di 26ê Îlona 1997an de bi hevjînê xwe Orhan re di otomobîleke Toros a spî de siwar dibin û têne ravandin re edaletê dixwazin!
* Em ji bo Neslîhan Uslu ku di 31ê Adara 1998an de li Îzmîr/Çeşme/Alaçatiyê bi sê hevalên xwe re hat binçavkirin û careke din tu agahî jê nehat girtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Konca Kuriş, ku di şeva 16ê Tîrmeha 1998an de li Mersînê ji aliyê Hizbullahê ve girêdayî dewleta kûr ve hat revandin di 21ê Çileya 2000an de hat îşkencekirin û cenazeyê wê li jêrzemîna vîllayekê li Meram a Konyayê hat dîtin edaletê dixwazin!
* Em ji bo Taybet Înan, ku di dema qedexeya derketina derve ya li Silopiyê di 14ê Kanûna Pêşîn a 2015an de hat ragihandin û cenazeyê wê heft rojan li kolanê ma, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Doku, ku di 5ê Çileya 2020an de li Dêrsimê winda bû û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin, edaletê dixwazin!
* Em ji bo Nagîhan Akarsel, ku di 4ê Cotmeha 2022an de li ber mala xwe li Silêmaniyê rastî êrîşê hat edaletê dixwazin!
* Em ji bo Gulistan Tara, ku di 23ê Tebaxa 2024an de li Silêmaniyê di êrîşa droneke bêmirov de jiyana xwe ji dest da edaletê dixwazin!
* Em ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn ku di 19ê Kanûna Pêşîn a 2024an de dema ku bi hevalê xwe Nazim Daştan re pêşketinên li Rojava dişopand, di êrîşeke hewayî de hat kuştin edaletê dixwazin!

Daxuyaniyê de ev yek jî hat gotin: “Em bi rêzdarî hemû jinên ku bi zorê hatine windakirin û qurbaniyên kuştinên siyasî yên nediyar bi bîr tînin. Em dubare dikin ku çend sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê bernedin. Em bang li dewletê dikin ku erkên xwe yên di bin qanûna navneteweyî de bicîh bîne.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: 25ê MijdarêÎHDa AmedêKomeleya Mafên MirovanXizmên Winayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

7 SIBAT 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

31 ÇILE 2026
Rêveberên ÎHDê: Demildest korîdora jiyanî vekin

Rêveberên ÎHDê: Demildest korîdora jiyanî vekin

28 ÇILE 2026
Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

24 ÇILE 2026
Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

Xizmên Windayan di dorpêça polîsan de li aqûbeta Taniş û Denîz pirsîn

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

    Abdullah Ocalan rapora Komîsyonê nirxand: Ne encam lê destpêka rêyek nû ye, tişta esas têkoşîn e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 27ê Sibatê heta Îro: Ji bo entegrasyona demokratîk girîngiya ‘qanûnên azadiyê’ û ‘hiqûqa tavahî’ – 6

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Denîzliyê gotûbêja ‘Di îslamê de cihê jinan’ hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê bi Demîrtaş re civiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê êrişên li ser partiyên Rojhilat şermezar kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Yekîtiya jinan dê yekîtiya neteweyî ava bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (81)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne