Hejmara 300î ya Rojnameya Xwebûnê derçû. Rojnameya Xwebûnê di vê hejmara de manşeta “Mafê hêviyê gerdûnî ye” derxist pêş.
Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 300î de bi manşeta “Mafê hêviyê gerdûnî ye” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di vê hejmara xwe de cih daye “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Rojname di manşeta xwe de desnîşan dike ku “Mafê Hêviyê” mafekî jiyanî û gerdûnî ye û divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî 27 sal in di şertê tecrîdê de tê ragirdin ji vî mafî sûdê bigire. Rojname balê dikişine ser biryarên DMMEyê ku vê wekî îşkenceyê pênase dike û dixwaze Tirkiye Mafê Hêviyê nas bike.
Hevpeyvîna vê hefteyê ya rojnameyê jî, bi Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Ayşe Ayaz re li ser raperîna 16ê Îlonê ya “Jin Jiyan Azadî” ya Jîna Amînî hatiye çêkirin. Ayşe Ayaz der barê dirûşma Jin Jiyan Azadî de got: “Dema em behsa dirûşmeya Jin Jiyan Azadî dikin divê were zanîn ku ev ne tenê dirûşmeyek ji rêzê ye. Rastiyekî dîrokî û sosyolojîk di nav xwe de dihewîne. Jin jiyan e û divê jiyan were azadkirin. Ev bi xwe felsefeya jiyana azad e. Jinên kurd bi vê felsefeye mohra xwe li tekoşîna vê sedsalê xistine.”
Di hejmara vê hefteyê de Serdil Akdag, Mûsa Şanak, Arslan Ozdemîr, Felemez Ulug, Firaz Firaz, Medenî Ferho, Kurdistan Lezgiyeva, Ahmet Aktaş, Sûzan Vejan Tatli, Cemîle Tûrhalli, Paşa Şeker, Mazlûm Baran û Serdar Altan, bi nivîsên xwe di rojnameyê de cih girtin.
Dîsa rojname, bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe ji mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî bigire gelek mijarên girîng dibîne. Li aliyê din bi xebatên lêkolînî û zanistî bi gelek mijarên girîng bala xwîneran dikişîne.