Hejmara 260emîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Parastina Rojava Ferz e” derket.
Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser êrîşên HTŞê û komên çeteyan ên li Heleb, Şehba û Til Rifatê û li ser girîngiya parastina Rojava rawestiya.
Rojnameya Xwebunê di manşetê de nivîsa nivîskar Hisên Çatikkaş a li ser parastina Rojava derxit pêş. Rojnameye di surmanşetê de jî bi sernavê “Rejîmê fêlbazan û bîpolar” bal kişand ser polîtîkayên hikûmeta Tirkiyeyê. Rojnameyê di bin manşetê de jî cih da analîzek rûpela Jin a bi sernavê “Duh DAIŞ, îro HTŞ û OSO” û bal kişand ser kiryarên DIŞ, HTŞ û OSOyê yên li ser gelê herêmê.