Êrişkarekî bi kleşnîkofê welatiyên di dêreke Şamê de gulebaran kirin, dûre jî xwe teqand. Di encama teqîn û gulebaranê de 20 hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, xwekujekî di hundirê dêra Mar Ilyas a li herêma Diwêla yê Şamê de xwe teqand. Hat rgihandin ku xwekuj kembereke teqemenî li xwe kiribû û yekser kete dêrê û bi kleşnîkofê kesên li dêrê gulebaran kir û pişt re xwe teqand.
Di encama teqînê û gulebaranê de 20 kes hatin kuştin.