• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Faîk Bulut: Şerê Îsraîl û Îranê çar qonax e

Bîlal Guldem - Lezgîn Akdenîz / AW

22 HEZÎRAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Nivîskar û lêkolînerê Kurd Faîk Bulut diyar kir ku Amerîka û Îsraîl di şerê li dijî Îranê de qonax bi qonax pê ve diçe û got heke ku qonax neçin serî dê gelên Îranê li ber rejîmê rabin û vê carê dê rejîm hilweşe. Faîk Bulut got ku rewşa Kurdan jî li Rojhilata Navîn baş e û divê Kurd bi serwextî tevbigerin.

Îsraîlê di 13ê Hezîranê de li dijî Îranê dest bi êrişan kir. Îranê jî bi fuzeyan bersiv da Îsraîlê. Şerê navbera her du welatan di roja dehemîn de berdewam dike. Heta niha di êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de gelek payebilind, fermandar û pisporên atomê hatine kuştin. Her wiha li her du welatan jî gelek sivîl hatine kuştin. Dengvedana vî şerê germ li Rojhilata Navîn û cîhanê berdewam dike.

Nivîskar û dîroknasê Kurd Faîk Bulut ku bi pisporiya xwe ya Rojhilata Navîn tê nasîn, têkildarî şerê di navbera Îsraîlê û Îranê de û bandora vî şerî ya li ser Kurdan ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ne diyar e wê ev şer çiqas bidome’

Faîk Bulut diyar kir ku li gorî plana Amerîka û Îsraîlê ev şer dê 40 rojan bidome û got: “Lê belkî 50 roj bibe belkî du meh jî bidome. Lê ne diyar e, li gorî ka Îran çiqas dikare li ber xwe bide. Belkî di navbera 20 rojan de jî ev şer biqede. Em nizanin wê çawa bibe. Berxwedan û lêdana kê zêde be û kî bi hêz be wê ew bi ser bikeve. Lê li gorî plana Trump û Netenyahû çar qonax hene.”

‘Heke li hev nekin dê bi hêzek mezin lêxin’

Faîk Bulut qonax bi qonax plana ku Amerîka û Îsraîl dixwazin vegot û van qonaxan wiha anî ziman: “Ev qonax qonaxa yekem e; wek ku tê zanîn Îran û Amerîka hatin ser masê û hevdîtin kirin. Lê li hev nekirin. Trump got lêxin. Qonaxa duyemîn; dê carek din bên ser maseyê rûnên, lihevkirin lihevkirin lê heke lihevnekirin carek din Îsraîl û Amerîka dê lêxin. Qonaxa sêyemîn; di vê qonaxê de armanca wan ew e ku Xumeynî û pasdarên Îranê bila şûn ve herin, ew reformîst jî bi pêş de werin. Yanî ev çi ye? Bila ev reformîst bi Îsraîl û Amerîkayê re li hev bikin, peymanekê-mutabaqatekê çêkin. Heke ev jî nebû yanî ev proje jî nebe, dibe ku Xumeynî bi êrişekê bibin. Gelek payebilindên Îranê kuştin, ev li ber çavan e. Dixwazin bi kuştina van peybilindên leşkerî û pisporên atomî tasfiyeya rejîmê bikin. Dixwazin giştikan felc bikin. Vê yekê di Beyrûdê de jî kirin. Hîzbullah çawa çû, Hamas çawa çû, ev jî wisa ye.

Qonaxa çaremîn

Îcar qonaxa çarem çi ye? Em bêjin ku ev plan jî nebûn, yanî reformînîst derneketin û li hev jî nekirin. Dîsa gotin şer û şer. Di vê qonaxê de dê lêxin, yanî vê carê dê bi hêzeke mezin ve lêxin. Dê aloziyek mezin derxin. Di nav vê aloziyê de jî dê bangî gelên Îranê bikin; çi Kurd in, çi Fars in, çi Azerî ne, çi Belûc in û Ereb jî hene. Wê bangî van gikin; dê bêjin ji dema berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ve navbera hikûmeta Îranê û gel ne baş e. Di vê aloziyê de milet dê rabe ser xwe û bi tevîhev dê rejîmê hilweşînin. Qonaxa pêncemîn jî qiyametek sor e, ez jî wê nizanim.”

‘Derfetek mezin di destê Kurdan de ye’

Faîk Bulut bal kişand ser bandora vî şerî ya li ser Kurdan û aktorbûna Kurdan û wiha axivî: “Ev şer û alozî ji bo Kurdan stratejiyek, firsetek mezin e, derfetek mezin e. Ev derfet ji bo Kurdan girîng e. Ji sed salî carek derfet ketiye destê Kurdan. Çi Başûr e, çi Bakur e, çi Rojava ye û çi Rojhilat e. Niha sekinîne lê mêze dikin. Haşa hizûrê, dixwazin ‘Kuçik bibezin hevûdin’. Piştî ku kûçik beziyan hevûdin, vê carê şixûla şivana tê. Şivan kî ne? Şivan Kurd in. Wê Kurd di nava vê derfetê de bi hêzek mezin derkevin holê. Ji vir şûn ve Kurd aktor in, Kurd ne piyon in. Lê belê bi serhişî û biserwextî, bi planî tevbigerin. Heke pirsa xwe bikin yek, planek baş deynin holê û heke tifaqekî bi hêzên mezin re çêkin û Tirkiyeyê jî bi ser aştiyê ve mecbûrî bikin, vê carê roj roja Kurdan e.”

‘Rewşa Kurdan baş e’

Faîk Bulut destnîşan kir ku ew niha li Rojhilata Navîn rewşa Kurdan baş dibîne û got: “Lê şertekî heye, divê Kurd bi aqilane, bi serwextî û bi planî rabin. Belê niha talûke heye lê heke em şixûlekî nekin, wê talûke hebe. Em şixûlekî bikin em ê bi ser bikevin.”

‘Ji bo Tirkiyeyê xelat jî heye talûke jî heye’

Faîk Bulut bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê dest pê kiriye û wiha axivî: “Ev pêvajo dê bandorekî zêde li ser aktorbûna Kurdan bike. Niha li Tirkiyeyê mucazat heye, mukafat heye. Xelat heye, îkramiye heye. Xelat jî heye lê wele neke talûke jî heye. Û heke Tirkiye aştiye bike jî ji bo wê xelat heye. Lê ev xelat wê bi Kurdan re parî hev bikin. Şert jî ew e yanî vê xelatê bi Kurdan re parî hev nakin, ew jî qiyamet e.”

‘Îsraîl nikare êrişî Tirkiyeyê nake’

Faîk Bulut di dawiya axaftina xwe de îxtîmalê nade ku Îsraîl êrişê Tirkiyeyê bike û wiha got: “Îsraîl nikare êrişî Tirkiyeyê bike. Çimkî Amerîka viya naxwaze. Tirkiye jî nikare êrişî Îsraîlê bike. Çimkî Amerîka dixwaze Tirkiyeyê deyne milekî xwe û Îsraîlê jî deyne milê xwe dinê ku plana Rojhilata Navîn temam bike. Yanî nexşeya Rojhilata Navîn nayê guherandin lê belê dê planek deynin holê û şiklekî bidine Rojhilata Navîn. Bê Amerîka nabe. Di serî de Amerîka, Fransiz, Îngilîz hene û Îsraîl û Tirkiye heye. Daxwaziya wan jî ew e ku Tirkiye bi Kurdan re li hev bike. Yanî dewleta Tirk bi Kurdan re aştiyê çêbike.”

Etîket: AmerîkaFaîk BulutÎranÎsraîlKurdRojhilata NavînşerTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

Tirkiye li ser sînorê Rojava xendekê dikole

14 GULAN 2026
Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

Panela ‘Rojhilata Navîn û Aştî’ hat lidarxistin

13 GULAN 2026
Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

Li Hurmuzê di navbera Îran û Amerîkayê de şer derket

8 GULAN 2026
Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

Li dijî darvekirinên li Îranê bang kirin: Êdî bes e

7 GULAN 2026
Kurê rêberê Hemasê êrişa Îsraîlê de hate kuştin

Kurê rêberê Hemasê êrişa Îsraîlê de hate kuştin

7 GULAN 2026
Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

Di hevdîtina Îran û Çînê de banga ‘divê şer bisekine’ hate kirin

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne