• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstasyonê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Muze belgeyên sûcên DAIŞê nîşan dide

Veysel Avci /AW

22 HEZÎRAN 2025 - 10:40
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî xebata 18 mehan li parka avahiya desteyê ya Reqayê mûzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê vekir. Hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Serfiraz Şerîf got: “Armanca vê muzeyê pêşkêşkirina belgeyê sûcê îşkenceyê yên DAIŞê ne. Muze belgeyên sûcên DAIŞê nişan dide.”
Di muzeyê de 100 wêneyên ku sûcên DAIŞê belge dike hene. Bi vê muzeyê dixwaze sûcê DAIŞê raberî gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê bike. 

Di ser rizgarkirina Reqayê re nêzî 7 sal borîn. DAIŞê bajarê Reqayê ji bo xwe wekî paytext îlan kiribû. Di encama şerê dijwar ê HSD, YPJ û YPGê yê li dijî DAIŞê de bajarê Reqayê ji DAIŞê hat paqijkirin. Di vê pêvajoyê de endamên DAIŞê li heremê tev li gelek binpêkirinên mezin ên mirovan bûn. Ev binpêkirin bi belge, dîmen û wêneyan derketin holê. Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo îşkenceya ku DAIŞê li welatiyan kiriye û kiryarên wan li pêş çavê cîhanê raxe, piştî xebata 18 mehan li parka avahiya desteyê ya Reqayê mûzexaneya belgekirina sûcên DAIŞê vekir. Di mûzexaneyê de 100 wêneyên bi baldarî hatine hilbijartin û ji nava hezaran belgeyên bi zehmetî hatine bidestxistin, hene. Ev wêne li ser tevlêkirina zarokan bi darê zorê di nava çeteyan de û perwerdekirina wan li ser darvekirina meydanî, ne. DAIŞê hem îşkenceya giran li mirovan kir û bi awayekî li dijî pîvanên mirovahiyê mirov kuştin, li aliyê din gelek şûnwar talan kirin.

Hevserokatiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Serfiraz Şerîf têkildarî armanc û naveroka muzeyê ku ji belgeyên DAIŞê pêk tê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Serfiraz Şerîf, anî ziman ku armanca vê muzeyê pêşkêşkirina belgeyê sûcê îşkenceyê yên DAIŞê ne û wiha got: “Çeteyên DAIŞê gelek rêbazên darvekirina hovane wekî çarmîxkirin, şewitandin û xeniqandin bi kar dianîn. Ev yek li Çarxerêya Neîm ku bi Çerxerêya Cehîm dihat naskirin pêk dihat. DAIŞiyan di rojekê de 80 serî li wê çarxerêyê daliqandibûn.”

Di muzeyê de binpêkirinên DAIŞê danîn holê

Serfiraz Şerîf destnîşan kir ku armanca sereke ya muzexaneyê ev e ku binpêkirinên DAIŞê yên li dijî hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bên dîtin û zanîn û wiha got: “Ji bo hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî van kiryarên DAIŞê bibîne û fêr bibe, belgeyên li vê muzexaneyê her tiştî nîşan dide. Zêdeyî salekê belge û wêneyên ku îşkenceya DAIŞê belge dike hatin komkirin. Me hemû belgeyên ku binpêkirinan vedibêjin kom kirin. Me belge hem li ser malperên çapmeniyê, hem li ser parvekirinên medya dijîtal û hem jî şopên ku di nava bajaran de mabin kom kir. Ev karekî pir rast û girîng bû. Pêbaweriya van belgeyan muhîm e. Di vê muzeyê de
belge, wêneyên îşkence û darvekirinê û sûcên şênber hatine parvekirin.”

Serfiraz Şerîf da zanîn ku sedema vekirina muzeyê li Reqayê hebûna serokatiya Rêveber a li Reqayê ye. Ji bilî vê yekê bajarê ku bûye sembola sûcên îşkenceyê yên DAIŞê Reqa ye. Di muzeyê de alavên dervekirinê hene. Ji wan biryarnameyan ferzkirina nimêjê, girtina dikanan û darvekirina kesên dijber, veguherandina dibistanan bo dîwanên şerîetê, rakirina meteryalên perwerdehiyê bi hinceta ku dijî şerîeta îslamiyê ne, hene. Bi vê muzeyê em dixwazin berxwedana xelkê Reqayê û fedakariyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bên dîtin e.”

Eleqeya muzeyê zêde ye 

Mûzexaneyê şandeyên ji hundirê Sûriyeyê, tûrîzmên ji Amerîka, Çîn û Singapore pêşwazî kir. Gelek şandeyên din jî ji derve hatin dîtina muzeyê.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

28 HEZÎRAN 2026
Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

28 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê Mitînga Azadiyê bi dawî bû

Li Stenbolê Mitînga Azadiyê bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wanî: Keştiya Serokatî bi bawer e û li benda gel e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (786)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne