Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ku duh hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê ku duh hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan hatin berdan. Xwendekar, ji ber kuştina zarokek 15 salî yê di nava zanîngehê de û ji bo neewlebûna zanîngehê xwestin çalakiyê li dar bixin. Lê, polîsan xwendekar dorpêç kiribûn û bi îşkenceyê 8 jê jin 20 xwendekar binçav kiribûn. Xwendekarên ku li Midûriyeta Polîsan a Wanê îfadeyên wan hatin girtin, bi sûcê “Muxalefetiya li dijî qanûna bi hejmara 2911an” û “dijderketina polîsan” hatin tawanbarkirin. Li midûriyeta polîsan pirsên weke “Hûn çima beşdarî çalakiyê bûn?”, “Kê ji we re got ku hûn beşdar bibin?”, û “Hûn çawa ji çalakiyê agahdar bûn?” ji xwendekaran hatin pirsîn.
Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan, xwendekar ji bo kontrola tendirûsitiyê birin nexweşxaneyê û li wir hatin berdan.













