• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
25 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    Welatiyên Bergarê bend rakirin, ketin gundê xwe

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    ÎHDê şeva helbestan li dar xist

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Bafil Talabanî bi Mazlûm Ebdî û Tom Barrack re civiya

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

    Talabanî û Barrack li ser rewşa Iraq û Başûr gotûbêj kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bibîr anîn

Amed / AW

26 MIJDAR 2025 - 14:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ji bo salvegera 10emîn a kuştin Tahîr Elçî bernameya bîranînê li dar xist. Xwendekaran got: “Em ê li ser rêya Tahir Elçî têkoşîna xwe ya parastina mafên mirovan bidomînin.”

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li ber avahiya Beşa Hiqûqê bi minasebeta salvegera 10emîn a kuştina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bernameya bîranînê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Tahir Elçî Ne Tenê Navek e, Rûmeta Berxwedana Gel e” hat vekirin û her wiha dowîzên, “Em tev Tahir Elçî ne”, “Siyaseta şer jiyanê teng dike” û “Ji bo doza Elçî têkoşîn” hatin hildan. Gelek xwendekar, endamên Rêveberiya Baroya Amedê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi Kurmancî xwendekara beşa hiqûqê Medya Aslan xwend, daxuyaniya bi Tirkî jî xwendekarê beşa hiqûqê Nazîf Ok xwend.

‘Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin’

Rêveberê Baroya Amedê Bawer Mizrakli beriya daxuyaniyê axivî û bal kişand ser salvegera kuştina Tahir Elçî û got: “10 sal in faîlên Tahir Elçî nehatin darizandin. Faîl bi awayek formalîte hatin darizandin. Piştre jî hatin beraetkirin. Em dest ji têkoşîna xwe ya azadiya mafan bernadin, em ê tekoşîna xwe berdewam bikin heta ku faîlên Tahir Elçî werin cezakirin.”

‘Em ê her tim li ser rêya Tahir Elçî bin’

Medya Aslan daxuyanî xwend û anî ziman ku ew Tahir Elçî di salvegera 10emîn a kuştina wî de bi rêzdarî bi bîr tînin û wiha got: “Birêz Elçî, berî her tiştî parêzvanê mafên mirovan bû. Wî ji bo aştiya herêmî û gerdûnî xebat meşandin. Li erdnigariya me li dijî talankirina bajar û dîrokê têkoşiya û ji bo ronîkirina bûyerên ‘faîl nediyar’ di nava xebateke domdar de bû. Di vê rêyê de canê xwe feda kir. Piştî ku derket bernameyeke televîzyonê Tahir Elçî bi awayekî sîstematîk bi lînçkirinê re rû bi rû mabû. Piştre pêvajoya binçavkirina wî dest pê kir. Paşê hat berdan. Dema ku wî li ber Minareya Çarling a ku hatibû texrîbkirin daxuyaniya çapemeniyê dida, li ber çavan bû hedefa guleyan û hat kuştin.”

‘Cihê bûyerê nehat kontrolkirin’

Medya Aslan diyar kir ku li ser kuştina Tahir Elçî bi awayekî zelal lêkolîn nehatine kirin û li cihê bûyerê bi awayekî hûrgilî lêkolîn nehatin kirin û wiha got: “Li cihê bûyerê lêkolînên ku hatin kirin jî bi awayekî kêm bûn. 10 sal bi ser qetilkirina wî re derbas bûn, hê jî faîlê wî nehatine cezakirin. Di dozê de polîtîkaya bêcezatiyê hat meşandin. Xwestin ku ser bûyerê bigirin. Guhdarîkirina li serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu hat redkirin, ev jî nîşan dide ku doz ji ber sedemên siyasî her tim dihat paşxistin û di encamê de jî doz bi lezgînî qedandin.”

‘Bi xatirê te qasidê aştiyê’

Medya Aslan bal kişand ne eşkerekirina faîlê Tahîr Elçî û got: “Tahir Elçî, ji ber ku li dijî şer aştî diparast, dixwest êrişên li ser dîroka bajêr bi dawî bibin, dixwest bûyerên ‘faîl nediyar’ bên ronîkirin, bi awayekî hovane hate kuştin. Em îro li vir careke din dibêjin; em ê li ser rêya ku serokê nemir Tahir canê xwe feda kir, bimeşin û têbikoşin. Heta ku kujer werin cezakirin, em ê têbikoşin.

Bi xatirê te qasidê aştiyê…”

Etîket: Baroya AmedêÎHDa AmedêOHDa AmedêTahir ElçîXwendekarên Zanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Divê statuya zimanê Kurdî bê nasîn

23 SIBAT 2026
Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

18 SIBAT 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026
Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujerên Mehmet Tekdag bên darizandin

7 SIBAT 2026
OHD: Di mehekê de 842 kes hatine binçavkirin û 118 kes jî hatine girtin

OHD: Di mehekê de 842 kes hatine binçavkirin û 118 kes jî hatine girtin

3 SIBAT 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Gulistan Dokû û Bedrî Alagam pirsîn

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    Di 27ê Sibatê de peyama Abdullah Ocalan dê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 26 rêxistin û saziyan banga parastina statûya YPJê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 25ê SIBATa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameya Komînal dest bi weşanê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (897)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne