Xwepêşandana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di roja 10emîn de didomin. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl dide dawî li xwepêşandanê bîne. Hat ragihandin ku di nava 10 rojan de hezar û 203 kes hatine binçavkirin, herî kêm 29 xwepêşander hatine kuştin û 64 xwepêşander jî birîndar bûn e.
Xwepêşandana ku ji 28ê Kanûna 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirine, dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi şêwazek tund bi ser xwepêşanderan ve diçe jî lê her ku diçe xwepêşandan berfirehtir dibe.
Li gor dîmenên ku li ser torên medya dijîtal hatine parvekirin, di roja 10emîn a xwepêşandanê de jî hêzên rejîmê bi şêwazek tûnd êrişî ser xwepêşanderan dike. Kesên ku di xwepêşandanan de birîndar dibin, ji tirsa ku ew ê li nexweşxaneyan werin binçavkirin, nikarin biçin nexweşxaneyan derman bibin.
Xwepêşandana gelên Îranê li 257 navçe, 88 bajarok û 27 bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn e. Heta niha 17 zanîngeh ji bo piştgiriyê tev li xwepêşandanê bûn e.
Li aliyê din medyaya ser bi desthilata Îranê dest bi belavkirina dîmenê “li xwe mukurhatinên xwepêşanderan” kiriye. Lê nayê zanîn ew xwepêşander di bin çi şert û mercan de îfadeyên wan tên girtin û belavkirin.
Ji aliyê rêxistinên mafên mirov, saziyên çapemeniyê yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ve jî amarên cuda li ser binçavkirin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan belav dikin.
Li gor amarên Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) di nava 10 rojan de herî kêm hezar û 203 xwepêşander hatine binçavkirin, her wiha herî kêm 29 xwepêşander hatine kuştşn û 64 xwepêşander jî birîndar bûn e.













