Berpirsa Siyaseta Derve ya YEyê li ser êrîşên çeteyan ev bang kir: “Divê demildest tevahî çalakiyên leşkerî li Sûriyeyê rawestin û hemû alî pabendî agirbest bin, ji ber ku gaveke bingehîn a rêgirtina li ber hilweşîna rewşa mirovî ye.”
Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas bang kir ku “Divê demildest tevahî çalakiyên leşkerî li Sûriyeyê rawestin”.
Kaya Kallas daxuyand ku “Agirbesta di navbera desthilatên Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk gaveke girîng a rêgirtina li pêşiya hilweşîna welat e. Divê rêz li pabendbûnên kêmkirina rageşiyê bê girtin, divê sivîl werin parastin.”
Kaya Kallas got: “Armanca YEˊyê hîna ew e ku veguhastina siyasî ya giştî û rastîn li Sûriyeyê pêk were” û destnîşan kir ku “Misogerkirina vê armancê ew e ku saziyên leşkerî û ewlehî û sivîl di nava sazûmaniyên dewletê de bibin yek û beşdariyeke siyasî û xwecihî ya aktîv û xwedî wate hebe.”
Kaya diyar kir ku “Parastina mafên Kurdan tevahî mijareke pir girîng e”.
Kaya Kallas di dawiyê de got pêwîstî bi pabendbûna çareseriya siyasî heye ku aramiya mayînde û yekitiya Sûriyeyê misoger dike.













