Şirnex – Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku yek ji wan kesên di jêrzemînên Cizîrê de hate kuştin, mohra xwe li berxwedana Cizîrê da. Kurê Mehmet Tûnç Adem Tûnç anî ziman ku ew bi bavê xwe serbilinde û ew ê li ser heqîqeta wî bimeşe.
Li navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina derve hat ragihandin û li navçeya Cizîrê 37 rojan û li navçeya Cizîrê jî 79 rojan qedexeyan berdewam kir. Di qedexeyan de li navçeya Silopiyayê zarok û pîr jî di nav de 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Cizîrê jî di 79 rojên qedexeyan de 288 kesan jiyana xwe ji dest dan û di navçeyê de wêraniyên mezin pêkhatin. Li ser qedexeyên derketina derve ya her dû navçeyan de 9 sal derbas bûn û kujerên kesên jiyana xwe ji dest dane nehatine cezakirin.
Yek ji kesên di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest da Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç e. Kujerên Mehmet Tûnç nehatin cezakirin û parêzerên Mehmet Tûnç serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. AYM, serlêdanên ji bo Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel, welatî Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Bakan û Bişeng Kolançê de di 7ê Tîrmeha 2022yan red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya der barê esasê de di 4ê Mijdara 2022yan de aşkere kir. Dadgeha Destûra Bingehîn îdia kir ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin û bikaranîna hêza kujende jî ji bêgavî hatiye bikaranîn û diyarkirina peywirdaran ne pêkan e.
Heta mirinê li ber xwe da
Mehmet Tûnç yek jî pêşengê berxwedana Cizîrê ye. Mehmet Tûnç bi berxwedana xwe li Cizîrê bû mînak û bîranînên wî hê li kolanên Cizîrê ku li ber xwe dabû dijîn. Mehmet Tûnç di qedexeyan de gotibû, “Em çong danaynin. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin”. Ev banga wî li tevahî Kurdistanê belav bû li ser soza xwe sekinî û heta mirinê li ber xwe da. Mehmet Tûnç yek ji wan kesên ku di jerzemînên Cizîrê de hate şewitandin û kuştin e. Mehmet Tûnç piştî mirinê gelek bîranîn û mîrateya berxwedanê ji rêhevalên xwe re hişt.
‘Kujer nehatin cezakirin’
Kurê Mehmet Tûnç Adem Tûnç ku dema bavê wî jiyana xwe ji dest dabû 17 salî bû, qala wan rojan kir. Adem Tûnç diyar kir ku wê demê êrişek mezin li ser gelê Cizîrê pêk hat û wiha got: “Berxwedaneke mezin bû. Em bi wan serbilind in. Em tu carî wan rojan û şehîdên wê berxwedanê ji bîr nakin. Tevî 9 sal di ser de derbasbûn jî, kujer nehatin cezakirin. Me gelek caran serlêdan kirin. Lê serlêdanên me bêencam man. Bavê min wê demê di televîzyonê de bangavazî dikir û digot yên ku birîndar bûnê divê dewlet korîdorê veke ku bikarin biçin nexweşxanê. Lê nehiştin ambulans biçe cem wan. Ji ber wê jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.”
‘Dewletê li dijî gel şer kir’
Adem Tûnç destnîşan kir ku dewletê li dijî gelê Cizîrê şer kir û wiha axivî: “Dibêjin şerê PKKê û dewletê bû. Lê ne wisa ye di rastiyê de şerê dewletê yê li dijî gel bû. Apê min Orhan jî di qedexeyan de hat kuştin. Apê min tu çek di destê wî de tune bû. Lê kujer nehatin cezakirin. Di ser de jî em sûcdar kirin. Bi ser mala me de girtin. Dibêjin em li gor mafê mirovan tevdigerin. Lê di rastiyê de pêk nayê.”
‘Em ê li ser heqîqeta wî bimeşin’
Adem Tûnç bi domdarî anî ziman ku ew wan rojan tu car ji bîr nake û ev tişt got: “Di dema qedexeyan de em 20 rojan li Cizîrê man û piştre çûn Êlihê. Dema em li vir bûn jî hertim me dixwast qedexe rabe û em vêgerin Cizîrê. Her tim fikara me ew bû ku gelo dê sibê kî bê kuştin an wê çi bibe. Hertim em di van fikaran de bûn. Derdora bajar bi tang û çekên giran hatibû girtin. Dema em bi bavê xwe re diaxivîn ji me re digot, ‘Ev şer ê dawiye an em ê bi ser bikevin an jî bimirin.’ Lê niha em dinêrin ew berxwedan bi serketiyê. Ji ber ku Cizîr hê jî li berxwe dide. Weke malbata Mehmet Tunç em ê li ser heqîqeta wî bimeşin. Bavê xelkê ji zarokên xwe re pere dihelê. Lê bavê me ji me re şeref û namûs hişt. Ew ji pere û ji her tiştî girîngtir e. Em ê jî li ser şopa bavê xwe bimeşin.”
Name û helbesta li dû Mehmet Tûnç
Mehmet Tûnç li dû xwe nameyeke ku qala rojên berxwedana Cizîrê dike jî hişt. Mehmet Tûnç di nameyek xwe de wiha dibêje: “Pergala kapîtalîst û felsefeya lîberalîzmê em ji însaniyetiyê derxistine û bi dilopek wê xwînê jî kirine ” Civakeke bêdeng” û kirine şirîkên gunehên xwe. Eger em hevpar bûna, ma me digot me çi jê ye? Dibe ku em mîna yên beriya me azadiyê nebînin. Lê em di oxira wî de şer dikin, dikevin zindanan. Lê em dizanin ku wê bi me re di siberojan de bikenin, zarokên welatê min…”
Her wiha Mehmet Tunç di nav nameyên xwe de helbestek jî li dû xwe hiştibû. Helbest wiha ye:
Ez heme
Ey kor bibe çavên te dinya
Barana li ser axa min birin
Û çermê min ziwa kirin
Û doz ji dozê tune kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Çîngeçînga şûşeyên sar
Evîn ser jê kirin
Ken bi girî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Şkêr û zêvî bi hestiyan tijî kirin
Ez çawa dengê xwe nekim
Mirovan dikin gorê û mirovatiya pîroz
Ji vê dinyayê koçber dikin
Dê bila biaxivin
Kelepçeyên destbir
Çend sal in beriya ku kes bi min re bijî ez hevaltiyekê bi nivîska xwe re dikim
Şeveke şiyar bûme
Di ber dengê Mazlûman
Di careke de ez bêjim
Eger tenê ji bo
Wan qehremanên dîroka me be
Û eger tenê ji bo
Wê dayika pîrbûyî ku heta niha
Kur wê nas nake
Û eger tenê ji bo wan hesretên kêfxerab
Û pakrewanan be
Ez ê bêjim ez heme