Yekitiya Jinên Êzidî cejna Noelê li xiristiyanan pîroz kir û xwest ku aştî û hezkirin li Sûriyeyê û cîhanê belav bibe.
Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi boneya cejna Noelê daxuyaniyek da. Yekîtiya Jinan diyar kirin ku bi ew wek Yekitiya Jinên Êzidî bi dilgermî li hemû xiristiyanan pîroz dikin û hêvî dikin ku hezkirin û aştî li Sûriyeyê û cîhanê belav bibe. Jinan di daxuyaniyê de tekezî li ser girîngiya pêkvejiyana pêkhate û mezheban kirin û gotin: “Sûriyeya îro di rewşeke awarte de ye. Di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Ji bo wê jî divê paşerojeke geş ji bo hemû gelê Sûriyeyê were avakirin û her kes reng, bawerî û çandên xwe yên cuda bi hev re parve dike.”