Hat ragihandin ku Yekitiya Mîrîtiyen Ereb amadehiya beşdarbûnê ya şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bang bang dike ku welatên li dor kendavê û NATOyê li cem Amerîka û Îsraîlê beşdarî şerê li dijî Îranê bibin. Gelek welatan ev bang red kirin. Rojnameya Wall Street Journal ragihand ku Yekitiya Mîrîtiyên Ereb (YME) xwe amade dikin ku li cem Amerîkayê dê piştgiriyê bidin hewldanên ji nû ve vekirina Kendava Hûrmûzê.
Li gorî agahiyên nûçeya rojnameyê karbidestên Ereb ên MYE hewl didin ku piştgiriyê bidin hewildanên Amerîkayê yên ji bo ji nû ve vekirina Kendava Hûrmûzê. Herwiha Amerîka ji bo ewlekirina kendavê hewl dide koalîsyoneke cîhanî ava bike.
Rapora rojnameya WSJê destnîşan dike ku YMEyê rolên leşkerî jî di nav de tevlîbûna operasyonên paqijkirina mayinan dinirxîne û yekemîn carê difikire ku di şer de bibe alî. YMEyê bi taybetî daxwaza pêkanîna Xala 7an a Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) dike. Ev xal derfet dide ku Konseya Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî li dijî “gefa li ser aştiya navneteweyî” ji tedbîrên dorpêçên aborî heta bikaranîna hêza leşkerî” dikarî tevbîrên xwe bigire.
Ji êrîşên Amerîka-Îsraîlê yên li dijî Îranê yên di 28ê Sibatê de dest pê kirin ber bi îro ve çûnûhata Kendava Hurmuzê ji hêla Îranê ve tên astengkirin.













