Komaleya Huner, Zanyarî û Çandê ya Siwêregê bi munasebeta salvegera 89emîn rojbûna Yilmaz Guney bernameya bîranînê li dar xist.
Derhênerê navdar Yilmaz Guney di 1ê Nîsana 1937an de li gundê Yenîce yê Edeneyê ji dayik bû. Bavê wî bi eslê xwe ji gundê Desmanê yê Sêwregê û dayika wî ji gundê Kotê yê Mûşê ye. Komaleya Huner, Zanyarî û Çandê ya Siwêregê bi munasebeta salvegera 89emîn rojbûna Yilmaz Guney li Navenda Çandê ya Alî Emirî ya navçeya Fatihê bernameya bîranînê li dar xist. Litîskvan Halîl Ergun, Alî Surmelî, Menderes Samancilar û rojnameger Nebîl Ozgenturk, Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Çinar Altan, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin, rêveberên Komaleya Huner, Zanyarî û Çandê ya Siwêregê, malbata Yilmaz Guney, listîkvan û gelek kes tev li bernameyê bûn.
Di bernameyê de sînevîzyona ku qala jiyana Yilmaz Guney dikir hate temaşekirin. Piştî sînevîzyonê li ser bîranîn û jiyana Yilmaz Guney axaftin hatin kirin.
Koma Çiya derket li ser dikê û stranên xwe got. Piştî stranan bername bi dawî bû.














