Kurdên li Swîsreyê di pêşengiya Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) û Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) de li Swîsreyê 1emîn Mihrîcana Çand û Hunerê Kurdî ya li Swîsreyê li dar dixin.
Kurdên li Swîsreyê bi ruhê cejna vejînê, ji bo jiyaneke bi rûmet û civaka demokratîk hemû gelê li Swîsreyê dawetî mihrîcana çand û hunera kurdî dikin. Di mihrîcanê de dê hunermend Rojda, Alî Tekbaş, DJ Qoser, Şengul Astan, Kolektifa Kurd, Delîl Tofan, Govenda Swîsre, dê derkevin ser dikê û hunerên xwe bidin pêşandan.
Mihrîcan dê saet di 16.00ê 23ê Tebaxê de li Bajarê Zûrîchê yê Swîsreyê bê lidarxistin.