Wezareta Çandinî û Daristanan li seranserê Tirkiyeyê, ji ber nexweşiya Şapê, venêrtina bazarên heywanan zêde kir. Zabitayên şaredariya Peyasê jî di vê çarçoveyê de 6 kargehên ku bêdestûr kar dikirin mohr kir.
Wezareta Çandinî û Daristanan bazarên heywanan ji ber “Nexweşiya Şapê” venertîn zêde kir. Gerînendetiya Zabiteyan a Şaredariya Peyasê jî hewldanên xwe ji bo pêşîgirtina li firoşgeh û serjêkirinên bêdestûr zêde kir. Di çarçoveya kontrolên ku bi hevrêziya Wezareta Çandinî û Daristanan a bajêr hatine kirin de, gelek cihên firotin û serjêkirina heywanan ên bêdestûr li taxa Peyas a hatin kontrolkirin. Di encama xebatan de hat diyarkirin ku 6 firotgeh û serjêkirina heywanan ku tevî hişyariyan jî berdewam dikirin, hatin mohr kirin. Gerînendetiya Zabiteyan diyar kirin ku kontrolên xwe dê bi biryardarî berdewam bikin da ku pêşî li xebatên bi vî rengî bigirin.