• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Li gor pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin

    Dayikên Aştiyê: Li gor pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin

    Tirkiyê cara duyemîn Meskenê bombebaran kir

    Tirkiyê cara duyemîn Meskenê bombebaran kir

    ‘Dinya kor e û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’

    ‘Dinya kor e û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 14ê ÇILEYA 2026an

    Ciwanên Êlihê li kolanan çalakî li dar xistin

    Ciwanên Êlihê li kolanan çalakî li dar xistin

    CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

    CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê: Li gor pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin

    Dayikên Aştiyê: Li gor pêvajoyê tevbigerin û êrişan rawestînin

    Tirkiyê cara duyemîn Meskenê bombebaran kir

    Tirkiyê cara duyemîn Meskenê bombebaran kir

    ‘Dinya kor e û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’

    ‘Dinya kor e û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin’

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 14ê ÇILEYA 2026an

    Ciwanên Êlihê li kolanan çalakî li dar xistin

    Ciwanên Êlihê li kolanan çalakî li dar xistin

    CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

    CENTCOM: Em pêşveçûnên li Helebê dişopînin û banga xweragiriyê dikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Zagros Enderyarî: Ji sedî 90ê civakê Rejîma Îranê naxwazin

Navenda Nûçeyan / AW

14 ÇILE 2026 - 09:59
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Çalakî û serhildanên li Îranê di roja 18an de didomin. Li gorî çavkaniyên ku agahî dan Reutersê li Îranê di serhildanan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî IHRê jî nêzî 6 hezar mirov hatine kuştin.

Çalakvanê siyasî Zagros Enderyarî jî diyar dike ku di çalakiyan de nêzî 1-2 hezar mirov hatine kuştin. Zagros Enderyarî destnîşan kir ku ji sedî 90ê civakê Rejîma Îranê naxwazin û dê serhildan bidomin.

Li Îranê serhildana gelan ku di 28ê kanûna 2025an dee det pê kir, di roja 18emîn de didome. Di 8ê çile de li seranserî Îranê esnafan dikan girtin. Şeva 9ê çileyê beşdariya gel derket asta herî jor û li gorî agahiyên ji rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, çalakî li 111 bajaran belav bûn. Xwendekarên zanîngehan û esnaf bi hevre daketin qadan û çalakî li tevahiya Îranê belav bû. Hêzên rejîmê bi girtin û kuştinê hewl didin dawî li xwepêşandanan bînin. Di 2 hefteyên ewil de 2 hezar û 217 kes hatine binçavkirin. Rejîma Îranê di 8ê çile de raste rast li ser çalakvanan gule reşandin û bi sedan ciwan kuştin. Li gorî çavkaniyên ku agahî dan Reutersê li Îranê di serhildanan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî IHRê jî nêzî 6 hezar mirov hatine kuştin. Serokdewletê DYAyê Donald Trump di 13ê Çile de li ser hesaba xwe ya Xê weşand banga domandina serhildanê li gelê Îranê kir û bi gotina, “Dest danên ser saziyên xwe, navê kujeran qeyd bikin ji ber ku dê hesabê bidin. Alîkarî li ser rê ye” peyama destwerdanê kir.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola êrişên Îranê yên li dijî gelan şermezar kir û got ku dê li hemberî rejîmê bikevin tevgerê.

Wezîrê Karên Derve yê îranê Abbas Arakçî jî di 12ê çile de diyar kiribû ku wan hemû çalakvan xistine bin kontrola xwe.  Saziya Civakî ya Mafên Mirovan ku navenda wê Norveç e (IHR) diyar kir ku li gorî hin agahiyan li îranê nêzî 6 hezar mirov hatine kuştin. Ajansa Reutersê jî diyar kir ku li gorî hin çavkaniyan nêzî 2 hezar mirov hatine kuştin.

Rejîma Îranê her tim reng û baweriyên cuda înkar dike

Aktîvîst û Çalakvanê siyasî Zagros Enderyarî li ser armanca serhildanên gel ên li Îranê nirxand. Zagros Endezyarî anî ziman ku Rejîma Îranê heta niha li ser binpêkirina mafêm mirovan siyasetê dimeşîne û got: “Li Îranê her tim reng û baweriyên cuda hatiye binpêkirin û înkarkirin.  Li Îranê her ji 3-4 salan carekê serhildan pêş dikevin. Her carê li herêmekê serhildan pêş dikevin. Di îlona 2022an de bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” serhildaneke pir mezin pêş ket. Piştî demekê bi darê zorê û zextên mezin ev serhildan hat tepisandin û piştre bêdeng kirin.  Lê vê şoreşê bi awayekî di pêşengiya jin û ciwanan de berdewam kir. jin û ciwan ji bo karibin mafê xwe bi dest bixin, serhildanên xwe bi awayên cuda serhildanên xwe berdewam kirin. Bi taybet di 28ê kanuna 2025an de bi taybetî jibo mafê abori li navenda Bazara Îranê çalaki pêş ketin. Ev serhildanên ku li Tahranê pêş ketin, piştre li hemû bajarên Îranê û li rojhilatê Kurdistanê belav bûn. Li Kirmaşan û Îlamê serhildanên mezin çêbûn. Li Îlam, Melekşan, Abdanan Kirmaşan û gelek bajarên Kurdistanê şehîd çêbûn. Roja 12an serhildan belav bûn. Piştî roja 12an bi temamî têkilî qut kirin. 4 rojin li tevahiya îranê înternet ji ser gel hatiye qutkirin. Em pir kêm ji hundir agahiyan distînin.”

Rejîma Îranê çekên giran bikar tîne

Zagros da zanîn ku di 4 rojên dawî de bi sedan welatî hatin kuştin û wiha got: “Hin vîdeo hatin parvekirin ku bi sedan cenaze li erdê ne. Dîsa hêzên Rejîma îranê li dijî çalakgeran çekên giran bikar tîne. Bi taybet li bajarên Îranê, bajarên mezin û hemû Îranê xwendekarên zanîngehê li dijî kiryarên rejîmê li berh xwe didin. Rejîm bi dijwarî êrîş dike. Hin çavkanî destnîşan dikin ku tenê di 4 rojên dawî de zêdetirî hezar heta 2 hezar kesan hatine kuştin.”

Jin û ciwan pêşengiyê dikin

Zagros Enderyarî bal kişand ser sedema êrîşen li dijî xwendekaran û wiha got: “7 partiyên kurd çend roj bi taybetî ji bo girevên giştî daxuyanî da û piştgirî da gel. Bi gelemberî li hemû bajarên îranê û bi taybetî li bajarên Kirmaşan û îlamê ku grev lê zêde bû, piştgiriyax we anîn ziman. Piştî van çalakiyên grevê bi taybet înternet qut kir û zêdetir êrîşî ciwanan kir.  Di şoreşên Îranê de û bi taybetî di şoreşa Jin Jiyan Azadî  ciwan pêşengê serhildanê ne. Ji ber pêşengiya ciwanan hikûmet zêdetir êrîşî ciwanan dike. Dixwaze bi van êrîşan rola ciwanan a pêşengtiyê bişkîne.  Dixwaze bi kuştina ciwanan, ciwanan bitirsîne. Bi tirsandina ciwanan jî dixwaze hemû beşên civakê bitmirsîne.”

Zagroz Enderyarî da zanîn ku rejîma Îranê rewatiya xwe ya di nava gelê Îranê de winda kiriye û got: “Ji sedî 90ê gelê îranê  baweriya xwe ji rejîmê nîne. Ji sedî 90 rejîmê naxwazin. Lê her dem bi darê zorê serhildanên gel tepisandine û gel şandine malên wan. Lê bawer nakim ku temenê vê rejîmê dirêj be. Belkî vê carê jî karibe bi darê zorê vê serhildanê bitepisîne. Lê êdî dê temenê wê ne dirêj be. Niha li hin bajaran bi temamî jiyan hatiye rawestandin. Gel êdî biryara xwe daye û dixwaze heta dawî ev serhildan pêk bê.”

Li Îranê yekîtiya gelan derket pêş

Zagros Enderyarî li ser ferqa serhildanên gel û serhildana Jin Jiyan Azadî jî rawestiya û got: “Jin jiyan Azadî destpêkeke pir baş bû. Cara yekemîn hemû gelê îranê bi awayekî hevgirtî xwe bi rêxistin kirin. Beriya çalakiyên Jin Jiyan Azadî hin caran serhildan li beşeke Îranê pêk dihat, aliyê din tevlê nedibû. An jî pê nedihisiya. Lê di serhildana Jin Jiyan Azadî li tevahiya Îranê yekîtiya gelan derket pêş. Ev serhildan ji bo hemû gelê îranê bû tecrûbeyeke gelek baş. Lê li Îranê pozîsyona qada siyasî parçe ye. Di aliyê ge de yekîtiyek heye. Divê aliyê siyasî yekîtiya xwe xurt bike.”

Zagros Enderyarî li ser yekîtiyagelan jî rawestiya û wiha got: “Civaka Rojhilatê Kurdistanê civaka herî bi rêxistinkirî ye. Di aliyê siyasî de jî pêşketî ye. Rolekî girîng û pêşeng dikeve ser milê gelê Rojhilatê Kurdistanê. Piştî van çalakiyan Partiyên li Rojhilatê Kurdistanê navendek ava kirin. Ev navend heta cihekî baş dikare rolekî baş bilîze. Siyaseta Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe pêşeng û mînakek mezin. Ez wisa difikirim ku siberoja Îranê dê siberojeke feredal û nenavendî be. Hemû gelê kurd û Îranê êdî vê rejîma berê ya Îranê qebûl nakin. Pergaleke nenavendî dixwazin.

Zagros Enderyarî li ser darvekirinan jî rawestiya û got: “Îran bi her awayî darê zorê bikar tîne. Yek ji van jî cezayê darvekirinê ye. Îran cezayê darvekirinê pir bi zanebûn û siyasî bikar tîne. Bi van cezayan dixaze tevahiya civakê bitirsîne. Bi taybetî vê kiryarê li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî hovane bikar tîne.”

 

Etîket: Zagros Enderyarî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (472)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne