A.K.ya 16 salî ku ji ber dîmena hûnandina pora xwe li ser medyaya dîjîtal hatibû parve kiribû û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin di danişîna yekem de hat berdan.
Danişîna yekem a A.K. ya 16 salî, li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Îzmîrê ya li Bayrakliyê hat dîtin. Malbat û xizmên A.K.yê, Parlementera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugül Çubuk, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz û gelek nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û parêzer ji bo şopandina dozê hatin danişînê. Lê belê, tenê destûr hat dayîn ku malbat û parêzerên A.K.yê bikevin salona danişînê. A.K. bi porê xwe yê hûnandî di tev li danişînê bû.
Dozger di mutalaaya xwe de hem daxwaza cezakirina A.K.yê kir û hem jî daxwaza berdana wê kir. Dadgehê piştî navberê biryara berdana A.K.yê da. Danişîna dozê taloqî 7ê Gulanê hat kirin.
‘Li girtîgehê êşkence lê hat kirin’
Piştî danişînê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Fatma Demîrer di daxuyaniyê de diyar kir ku di dosyeyê de hêmayên sûc tune ne, ji bo zarokekî xwestina cezaya propagandayê hiqûqî jî wijdanî jî nîn e û wiha got: “A.K. 26 rojan di girtîgehê de ma. Dema em prensîba ‘berjwendiya bilind a zarok’ didin ber çavên xwe, ev rewş zirarê dide pêşeroja wê. Em li benda beraetê ne. Biryarên Dadgeha Bilind û yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî dibêjin ku naverokên bi vî rengî ne sûc in. Li girtîgehê êşkence li A.K.yê hat kirin û ev yek li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Em qebûl nakin ku girtiyên edlî lê xistine û berpirsiyar çavên xwe li vê rewşê girtine.”
‘Hûn pêşeroja zarokan tarî dikîn’
Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz jî destnîşan kir ku tevî wan daxwaznameya beşdarbûnê daye jî, heyeta dadgehê ew ji salonê derxistine. Sefa Yilmaz bertek nîşanî girtina A.K.yê da û got: “Ji dema biryara girtinê ya Dadgeha Sulhê û vir ve çi guherî? We zarokekî 16 salî 26 rojan girt, we nehişt ku ew bikeve azmunên xwe. Heta girtinê gelek tedbîrên din hebûn. Mixabin îro hişmendiyek heye ku ji pêşerojê ditirse û van tiştan bi serê zarokan tîne. Lê ew ê di vê de bi ser nekevin.”













